Di serdema dereng a bronzê ya rojavayê Ewrûpayê (1500–800 beriya mîladê), gelek civakên li rojavayê Ewrûpayê diyar e bi hev re peywendiyên wan hebûn, baweriyên wan ên li ser axret û dinya xwezayî jî dişibiyan hev. Mirovan êdî her diçû bêhtir teknîk û amûrên bronzê yên bipêşketîtir bi kar dianîn da ku tiştên nazenîntir çêkin ji bo di ziyafet û rîtuelan de bi kar bînin.
Çinqalên goşt jî ku ji bo hilgirtina goşt hatine çêkirin jî ji wan amûran in ku veguherîne amûrên xwerû ji bo merasîm û ziyafetan. Ev çinqalê hanê li Bakurê Îrlandayê, li devera Dunaverneyê hatiye dîtin. Li ser bista wê malbateke qûûyan û du qijik hene.
Bi alîkariya wêjeya paşê ya Îralandî em dikarin wisa texmîn bikin ku ev teyrên ji mîtolojiya serdema bronz a deverê ne. Ew anîna cem hev a dijberan nîşan didin, av beramberî hewayê, spî beramberî reşê û berdarî beramberî mirinê.