Ji 19´ê Kanûnê heta 21´ê Kanunê li saziya Jinan a Utamarayê, li ser mijara "Dayik û Zarok, jiyana Wekhev û Perwerdekirina Zarokan bi Rêbazên Demokratîk" komek jin û zarok hatin cem hev. Sê rojan dayikan niqaş kirin li ser rastiya civakê, zayendperestiya civakê, zext û zoriyên di jiyanan  rojane de û guftûgo kirin ka li hemberi rastiya paşverû alternatifekê çawa pewîst e bê afirandin.

Zarok jî bi awayekî aktîf tevlî bernameya zarokan bûn ku ji aliye Mamosteyan ve hatibû amadekirin.  Zarokan li wir xwe îfade kir, û fikir û xeyalên xwe bi xebatkarên Utamara re parve kirin.


Helwêsta me siberojê di serê zarokan de diafirîne

Yek ji encamên giring ku ji niqaşên jinan derket holê ew bû ku haydarbûna ji rolên zaynedî di civakê de hat analîzkirin. Jinan feraseta ku ev rolên zayendî ava dikin şîrove kir û fikrên xwe parve kirin li ser wê babetê ka li hemberî wê rastiyê çareserî çawa dikare were dîtin. Pirsên weke "ji bo ku jiyaneke hevbeş û azad bê afirandin, nifşên nû pewîst e çawa bêne mezinkirin, bi wan zarokan re zayendpareziya civakê çawa ji holê tê rakirin" di warê şewaz û rebazên di perwerdekirina zarokan de hatin lêpirsîn. 

Cudakirina zarokên kec û kur hate raxnekirin û rastiya ku dayik mezinbûyina zarokan û cewherên wan nabîne û her wekî pitikan li wan dinihêre hat dîtin. Pevajoya zaroktiyê gelekî bi lez bi pêş dikeve û zarok zû fêr dibin. Em çi fêr dikin û ji wan re rastiya civakê çawa rave dikin, ew fêr dibin. Wekî din ji mijarên lêpirsînê bû ka ev helwêst siberojekê çawa di mejiyên wan de diafrînin.


Zarok nêzî demokrasiyî ne

Tişta herî balkêş ew bû ku di nav leyîstok û xebatên bi zarokan re, zarok ji herkesî bêhtir nêzikê demokrasiyê ne. Mirov bala xwe bide ser wan û wekî kirdeyekê nêzî wan bibe, wan wekî kesayet esas bigire, nezikatiyên wan têne guhertin. Hewcedariya wan bi nêzikatiyên hişk, tepisandinê yan jî wekî ku pir kes bikartinin bi zorê qet nîne. Lê bi piranî zarok cidî û esas nayên girtin ji ber wê yekê jî nezikatiyên cuda nişanî dayik û bavên xwe didin. 

Leyîstokên ku asta fikirên wan bi pêş dixe yan jî zanebûna wan, asoyên wan firehtir dike hatine ceribandin. Berhemên destçêkirî mîna bazinan û resim jî ji bo dayikan, ji aliye zarokan hatin çêkirin.

Ji bo jinan ku di jiyana xwe ya rojane de hewcedariya dûrketina ji rûtînê his dikin, Şeva Çandê bi bernameya muzîk, çîrokbêjî û dîlanan hat amadekirin.