SADIYE ESER / MA / STENBOL

Albuma “Çira” ya hunermend Alî Sîzer ji Kom Muzîkê derket. Di “Çira”yê de 7 stran hene û Sîzer bi strana “Dîlber” bal dibe ser rewşa Êzîdiyên li Şengalê. Ji van 7 stranên di albumê de gotin û muzîka pirraniya stranan ên Sîzer in. Sîzer, di albuma xwe ya nû de bi strana “Dîlber” balê dikişîne ser rewşa Êzîdiyên li Şengalê. Sîzer, sala 1968’an li gundê Yarmakaya yê Semsûrê hatiye dinê û bavê 4 zarokan e. Ev du sal in Sîzer li derveyî welat dijî. Sîzer, diyar dike ku ew ji zarokatiya xwe ve bi muzîkê re elaqedar dibe û dibêje, muzîk felsefeyeke jiyanê ye.

Bê parvekirin huner nîvco ye

Albuma “Çira” xebata wî ya çaran e û ji bo vê albumê ew dibêje, diviya ev proje beriya bi du salan biqediya û encamên wê derketana: “Lê hûn dizanin, şert û mercên me pirr nebaş in. Lewma bi derengî ket. Ji ber ku hin kilam di wextê xwe da nayên ragihandin, li ber dikevim. Çimkî, divê mirov pêkanînên wê demê bi zimanekî muzîkî vebêje. Wexta min gotinên kilaman nivîsandin, di weziyeteke cuda de bûm.” Sîzer, diyar dike ku heger kêfxweşî, êş, azadî û piştevanî neyê parvekirin, huner nîvco dimîne û divê mirov bi her awayî bi huner bijî.

 Helal be ji berxwedêran re

Sîzer, ji bo strana xwe ya bi navê “Dîlber” dibêje, wî xwestiye bi vê stranê balê bibe ser êş û azarên Êzîdiyên li Şengalê. Sîzer dibêje, “Dîlber, di sedala 21’ê de eşkerekirina zilm û zordariya bi hezaran salan e. Wexta em ji Kerbelayê lê binihêrin, em dibînin ku îqtîdara Îslamî ya Emewî hezar û 500 sal e li ser kar e. Bi wê zilmê hat ser kar û niha hîna jî zilmê dike û vê çanda xwe ya qirrkirin û kuştinê li Rojhilata Navîn di ser Tirkiyeyê re didin der. A rast wexta min nivîsand, min xwest bibêjim ji Kerbelayê ber bi Şengalê ve. Jin li deveyên tazî hatin siwarkirin, hatin gerandin û li bazaran hatin firotin. Wê çaxê jî û niha jî canên me yên li dijî vê zilmê li ber xwe dayî hebûn. Helal be ji wan re ku li ber zilmê serî netewandin. Îjar divê em jî hêla hunerî ya vê berxwedanê biparêzin.”