Cîgirê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê  Armanc Cerablûs  doh diyar kir ku leşkerên Tirk tevî komên çete derbasî Cerablûsê bûne. Li gorî agahiyên Armanc Cerablus hejmara leşker û çeteyên ku derbas bûne derdora hezar kesî ye. Her wiha 250 tîmên taybet ên Tirk jî derbasî axa Cerablûsê bûne.

Her wiha Cerablûs da xuyakirin, ku dewleta Tirk bi şev bi tank û topan êrîşî Cerablûsê kiriye û bi balafirên şer bombe barandiye û ev agahî dan: “Balafirê şer doh danê sibehê dest bi bomberdûmanê kirin. Ji sedî 60 ê bajêr wêran bû. Em bi tenê bi 2 kîlometreyan dûrî bajêr in û çavên xwe rewşê dibînin. Dewleta Tirk bi taybetî li taxên Kurdan dixe. Leşkerên Tirk xwe amade dikin, derbasî nava Cerablûsê bibin.”


Qaşo li dijî DAIŞ’ê operasyon 

Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) digel hêzên hevpeyman li dijî DAIŞê dest bi operasyoneka li ser Cerablûsê kir. Ajansa dewleta Tirk Ajansa Anadolûyê jî ragihand ku, doh di siet 04.00ê de operasyon hatiye destpêkirin û

obûsan ji erdê û balafiran ji asîmanan top û rokêt barandine ser herêmê.

Yek ji endamên Artêşa Azad a Sûriyeyê(AAS) duhî ji BBC-Tirkî re gotiye ku nêzîkî 1500 çekdarên AASyê amadekariyê dikin ku bi piştgiriya bombebarandina Tirkiyeyê ji Bakurê Cerablûsê ve çeperekê vegirin. 


Bi qetilkirina sivîlan dest pê kir

20 tangê Tirkiyeyê derbasî gundê Kekelciyê (El-Heceliyê) ya girêdayî bajarê Cerablus bû û ji wir bajar topbaran kir.  Di encama topbarana hêzên dewleta Tirk de 49 sivîl hatin qetilkirin

Di heman çarçoveyê de, 2 balafirên şer ên Tirkiyêye bê navber bajar bombebaran kirin. Çavkaniyên herêmî yên ajansa ANHA ji bajarê Cerablusê ragihandin ku heya niha balafirên şer ên Tirkiyeyê şêniyên sivîl ên li Cerablusê bi taybet li milê gundê Keklice, topbaran dikin. Çavkaniyan bal kişandin ku gîştî deverên tên bombebarankirin deverên ku sivîl lê dimînin in. Her wiha dan zanîn ku bajar ji ber topbaran û bombebaranê hatiye wêrankirin. Her wiha ji ber topbaranan 3 hezar sivîl xwe spartin herêmên ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rizgar kirine. 

 


Çima Cerablûs?

Tirkiye bawer dike, ku QSD û YPG wê li hemberî DAIŞ‘ê operasyonê pêk bînin û bajêr rizgar bikin. Lewma hewl dide Cerablûsê ne bi navê DAIŞ’ê, di bin navê ‘Artêşa Azad’ de bi rê ve bibe. Bi vî rengî wê Cerablûs neyekser jî be, wê dîsa di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de be û Hêzên Sûriyeya Demokratîk wê operasyonê li vir neke. Lewma kes û komên Cerablûs dagir kirine yek in, bi tenê wê navê wan guhertî be.

Rayedarên AKP’ê gelek caran dan xuyakirin, ku ew li Rojava û Bakurê Sûriyeye li dijî hebûna korîdoreke Kurd in. Lê belê, ji ber ku li ser sînor nema dikare DAIŞ’ê biparêze, heman komên çete di bin navê ‘Artêşa Azad’ de nîşan dide û dixwaze bi vî rengî van komên çete biparêze.

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê Ebdulseta El Cadir pêr ji aliyê endamên MÎT’ê ve hatibû qetilkirin. Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê dabû xuyakirin, ku wan endamê MÎT’ê yê kujer, girtine.

Cerablûs li pêşberî navçeya Karkamiş a Dîlokê ye. Ji 6’ê Çileya 2016’an û vir ve di bin dagirkeriya DAIŞ‘ê de ye. Ji bo çete derbasî nava Rojava û Sûriyeyê bibe, ev der weke cihekî girîng e ji bo komên çete.



Tirkiye Babê jî topbaran dike

Hêzên dewleta TIrk û çeteyên vê piştî Cerablusê, gundên bakurê Babê jî topbaran dikin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di topbaranê de bi taybet gundên El-Burc, Şêx Herac û gundên nêzî wan ku piraniya şêniyên wê Kurd in tên hedefgirtin.

Çavkaniyên ji herêmê jî dan zanîn ku bi topbaranê re hemwext çeteyên DAIŞ’ê jî şêniyên Kurd ên li Babê direvînin û dibin cihên ne diyar.

Şervanekî YPG’ê birîndar bû

Her wiha ji ber êrîşên artêşa Tirk ya li bajarê Dêrikê li hemberî noqteyên YPG’ê şervanek birîndar bû.

Di saetên ku leşkerên dagirker ên Tirkiyeyê li gel komên çeteyan êrîşî Cerablusê kir de, li bajarê Dêrikê yê Rojava jî leşkerên Tirk êrîş kirin. Leşkerên Tirk doh mewziyên YPG’ê yên li gundê Endîwerê gulebaran kiri. Di êrîşê de şervanekî YPG’ê birîndar bû. Çavkaniyên YPG’ê jî êrîş piştrast kir.


NAVENDA NÛÇEYAN