
Radyoya Çira ku dengê gelê Êzîdî bû, di 24’ê Nîsana 2017’an de li herêma Qereçox a Şengalê ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve hat bombebarankirin û rûxandin. Piştî demekê Radyoya Çira dîsa hate vesazkirin û dest bi weşanê kir. Rêveberên radyoyê mizgînî da gelê Êzîdî. Rêveberê Radyoya Çira Murad El Xaltî, li serê Çiyayê Şengalê cihê radyo lê hatibû bombekirin, behsa rol, misyon û girîngiya Radyoya Çira kir. Xaltî anî ziman ku aliyê teknîkî yê radyoyê temam bûye û dê di demeke nêzîk de dest bi weşanê bikin.
Ji bo Êzîdiyan bû wargeh
Xaltî, anî ziman ku radyo sewt û awaza êş, jan, şahî û çanda êzidiyan e û got: “Radyoya Çira êş û serpêhatiyên Êzîdiyan ji cîhanê re parve dike. Radyo li herêmên Dihok, Zaxo û Hewlêrê tê guhdarkirin. Me bi 4 kesan dest bi xebatên radyoyê kir, niha em bi 8 kesan xebatên xwe didomînin. Guhdarên me hest, raman, êş û şahiyên xwe bi me re parve dikirin û dengê xwe bi rêya me belav dikir. Radyo dengê hemû civakê ye. Wek platformeke di nava civakê de ye. Ji Dihokê, Zaxoyê û Hewlerê bi telefonê beşdar dibûn û fikrên xwe bi rêya radyoyê ji civakê re parve dikin.
Hebûn ji tinebûnê avakirin
Xaltî dest nîşan kir ku Radyo Çira hem êşên gelê Êzîdî, çanda gelê Êzîdî û daxwazên gelê Êzîdî parve dike û bû dengê wan hem jî bû pira nava gelên Êzîdî û hestên wan kirin yek û got: “Radyo di her qadê de dibe deng û awaza gelê Êzîdî û pira di navbera hestên civakê de.”
Xaltî anî ziman ku beriya Şengal azad bibe radyo hat avakirin û got: “Me di aliyê teknîkê de ji tinebûnê hebûn ava kir. Em gelek caran rastî astengiyan hatin. Me di nava şertên gelek zor û zehmet de radyo ava kir. Gelek caran PDK’ê xwest radyoyê asteng bike. Lê gel lê xwedî derket. Ji Silêmaniyê heta Rojava alîkarî dan avakirina radyoyê. Radyo di hemû malên Êzîdiyan de bû çirayek.”
Her eynî PDK ye
Xaltî da zanîn ku berê PDK’ê xwest dengê wan qut bike û Tirkiyeyê bi balafirên şer cihê wan bombe kir û wiha pê de çû: “PDK, ji bo ku dengê radyoya me qut bike bi heman frenkansa me 93.8 radyoyeke din vekir. Xwestin li ser frekansekê 2 radyo weşanê bikin. Li ser heman frekansê ‘Dengên Komelên Îslamî’ ava kir. Em neçar man frekansê biguherînin û li ser frekansa 101.0 weşanê bikin.
DÎHABER/ŞENGAL