Her sal 27’ê Adarê weke Roja Şanoyê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Roja 27’ê Adarê şanoya cîhanê ji her demî zêdetir tê nîqaşkirin, wê rojê lîstokan hê xweşiktir têne leyîstin. Ji bo me şanogerên Kurd 27’ê Adarê xwedî wateyekî cuda ye jî. Ew mirovê ku ev wate daye wê rojê Erdogan Kahraman, yanî Heval Yekta Herekol e.
Wan rojên ku li tevahiya cîhanê şoreşên ciwanan pêşdiketin, di Adara 1968’an li navçeya Xozadê ya Dêrsimê ji dayîk dibe û bi çîrokên komkujiya Dêrsimê mezin dibe Heval Yektayê Dêrsimî…
Heval Yekda li Zanîngeha Gazî xwend. Li Enqerê şanogerî kir. Di lîstokekî xwe de Pîr Siltan lîst, li zindana Erziromê de ma. Li Yewnanîstan, li Romanya û li Rûsyayê her roja xwe ji bo hunera gel jiya. Li Yewnanîstanê Kawayê Hesinkar lîst. Ji bo wî Newroz bê şano nedibû. Rêwîtiya wî ya ji Pîr Siltan ber bi Kawa ve, ew ji axên Anatolyayê dîsa ber bi çiyayên Kurdistanê ve dikêşa. Li Rûsya, li gundekî yê Kurdan bû berpirsyarê saziya çand û hunerê. Bi rêya dehan lîstokan bû hêvî û xwe derbasî dikê kir. Hem şoreşger, hem jî hunermend bû heval Yekda…
´Tu diçûyî akademiyê?´
Heval Yekta beriya ku bikeve zindana Erziromê, ji dadgerê re ku ji wî dipirse “Tu diçûyî akademiyê?” dibêje “Belê, rast e! Ez diçûm Akademiya Hunerê ya Bertol Brecht.” Bi vê bersivê dadger şaşo maşo dibe. Piştî çend salan biken behsa wê bûyerê dike û dibêje ‘min rolê herî mezin yê jiyana xwe li wir lîst’
Çalakvanekî azadiyê û wijdana civakê. Endamê Dibistana Çand û Hunerê ya Şehîd Sefqan; gerîlayek, hunermendek… Heval Yektayê ku gava dem bihata, tevir û bêr dixistin destê xwe de û her der dikir dika şanoyê û li wê derê lîstoka xwe dilîst. Coş û kelecana ku ‘civak bi hunerê ava bibe’ dilê wî dikeland. Ji bona wê jî dixwest Dibistanên Çand û Hunerê li tevahî erdnîgariya Kurdistanê belav bibin.
Bedena xwe da ber agir
Heval Yekta ji bo binxistina qomplogerên navnetewî bedena xwe kiribû senger û ji bo hunermend berxwedanê pêş bixin xwe kiribû qêrînek. Li hemberî tasfiyegeriyê pir bi hêrs bû ew. Xwediyê esasî yê rêwîtî û lêgerîna azadiyê, nîşane û sembola xeta hunera me bû Heval Yekta. Ew bû yê ku li meydana Helebê bedena xwe dayî ber agir, azadî diqîriya û dibeziya.
Weke şanogerên Kurd, ji bo ku em bikaribin Heval Yekta fêhm bikin û bidin naskirin kedekî mezin dixwaze. Gelê me hewl dide bibe pêşengê çandeke nû. Em niha difikirin, gelo weke hunermendên wê civakê, em çiqas dikarin bi nivîsekê wî bînin ziman? Lêbelê Heval Yekta dixwaze em wî fêhm bikin. Di nameya li pey xwe hiştî de jî bi bangawaziyeke vekirî ji hunermend û rewşenbîran dixwaze ku êdî ew bên ser erka xwe. “Ev pêvajoya bi heybet a ku em têde ne, tijî zorî û zehmetî ye. Lê di heman demê de pir derfetên mezin jî dide me û ji bo me deriyê şansakî ye jî. Di vê demê de erk û peywirên pir girîng li pêşiya me ne. Divê em bi fedakartî û bi eşqeke mezin biçin ser karên xwe û bi wê azweriyê bi peywirên xwe ve bên girêdan.”
Şekir li zarokan belav dike
Her hevokeke nameyê ji me hunermendên Kurd re pir tiştan vedibêje. Berpirsyariyên me û barê me hezar qetî zêdetir dike. Tevlî wan rojên bi heybet yên Newrozê dibe Heval Yekta. Wê gava ku bi evînî û azweriyeke bilind xwe digihîne lûtkeya jiyanê, hunermend û rewşenbîran vedixwîne ser peywirê, Heval Yekta.
Roja 27’ê Adarê Heval Yekta, bi perê herî dawî yê di bêrîka xwe de hinek şekirokên cejnê dikire. Di kolanên Helebê de li zarokên Kurd, Ereb, Ermenî, Sûryanî… belav dike. Zarokan hemêz dike. Roja Şanoyê ya cîhanê pîroz dike. Dibe agir Heval Yekta, ji bo rêya me wek agirê Newrozê ronî bibe. Bi gotina “ji tevahiya hevalan re silav…” nameya xwe diqedîne û bi coşdarî dibeze jiyanê. Weke hunermendên Kurd û weke rêhevalên Yekta, Hêvî, Rêzan, Sarya û Baranan emê di zanebûna berpirsyarî û erkên xwe de bin û em gazî hemî hunermendên Kurd dikin ku di vê xeta hunerê de em bi hev re bimeşin. Bi wî awayî tevlî Roja Şanoyê ya Cîhanê bibin.
Her 27’ê Adarê weke hunermendên Kurd li kolanan de em lîstokan pêşkêş bikin. Wê rojê herî zêde jî divê em ji bo zarokan bilîzin. Zarokên ku li kolananin em şekirokan bidin wan divê em wan hembêz bikin.
EKÎN RONÎ