De bila ew vegerin mala xwe, li bajarê Koçhesarê wezîrek heye û kurekî vî wezîrî heye, ewqasî lihevhatî ye, ewqasî sipehî ye, yekî weke wî li dinyayê nîne. Ev kurê wezîr rojekê li hespê xwe suwar bû çû nêçîrê. Carekê berê xwe dayê, keçek û marek ji kuna marekî derketin derve. Kurê wezîr ji hespê xwe peya bû, li wan dinêre. Mar û Eyşê careke din çûn hundirê kunê. Kurik jî da dûv wan, li pey wan dixwaze biçe hundir. Mar li devê kunê sekinî û rê girt. Ji kurik pirsî:

- Tu bi ku de diçî xorto?

Kurê wezîr got:

- Ez dê biçim cem wê keça ligel te bû.

Mar got:

- Ez destûrê nadim.

Kurê wezîr biryar li cem e, dixwazê Eyşê bibîne, pirsî:

- Çima tu destûrê nadî?

Mar gotiyê:

- Heta ku tu qirarê bi min re nedeynî ku tu dê bêyî destûra min ji kunê dernekevî, ez nahêlim tu biçî cem Eyşê. Heke tu qebûl dikî, ez dê bihêlim tu bêyî hundir.

Kurê wezîr pirr nefikirî û di cîh de got:

- Qirar bi te re, ez dê bêyî destûra te dernekevim ji kunê.

Kurik çû hundir, li mala mar dinêre, êcêbmayî dimîne. Maleke evqasî bedew, xweşik, dewlemend û di binê erdê de! Eyşê bi xwe li odeyekê rûniştiye. Kurê wezîr jî li nava malê digere, yekoyeko li odeyan dinêre. Mar jî li pişt wî tê. Kurik çû odeya Eyşê têde. Paşê mar ew bire odeyeke din, keçek di wê odeyê de bû weke rohniya heyvê ye, sed carî ji Eyşê xweşiktir e, yeke weke wê di nav evdên xwedê de nîne, ewqasî bedew e. Çawa kurê wezîr çav pêket, aqil ji serî çû sewda ma. Keçikê dema kurik dît bi dil û can ew heband. Herduyan hevdu hez ji hev kir. Çawa Eyşê bihîst çi qewimiye, ew jî xeyidî. Xeyidî vegeriya çû mala mêrê xwe. Mar lê pirsî, lê nedît. Kurê wezîr û ev keç ji hev re bûn jinûmêr. Kurê wezîr ji jina xwe pirsî:

- Eslê te ji ku derê ye?

Keça bedew got:

- Ez ji Kîka me.

Kurê wezîr bêhtir li binyada wê pirsî:

- Bavê te kî ye, navê wî çi ye?

Keçikê got:

- Dilo Mîrxan bavê min e. 

Keçikê ji kurik pirsî:

- Baş e eslê te ji ku ye?

Kurik got:

- Ez ji Koçhesarê me. 

Keçê li binyada wî pirsî:

- Bavê te kî ye?

Kurik got:

- Bavê min wezîrê bajêr e.

Hevdu nas kirin, li mala marê dûvqutkirî kêf kêfa wan e. Rojekê mar ji kunê derket. Kurê wezîr û keça bedew a eşîra Kîka di kunê de man bi tenê. Kurik jê pirsî:

- Gelo ji mêj ve tu li vir asê yî?

Keçikê got:

- Ev îro deh sal in ku ez li vir im asê me.

Kurik metelmayî ma û pêşniyazî wê kir:

- Ev deh sal e ku tu li vir asê yî, ma êdî ne bes e, were em birevin, xwe xilas bikin.

Keçikê got;

- Kurê delal em nikarin. Mar wê were, bi dûv me bikeve û me zeft bike. Lê em dikarin tiştekî din bikin.

Kurik got:

-Em dikarin çi bikin?

Keçikê xweşik jêre ta bi derziyê ve kir û got:

- Sê hespên bê yên mar hene. Heke em her yekî li hespekî suwar bibin, hingê belkî em karibin ji destê mar bifilitin.

Li hev kirin, çûn odeya hespan. Heryekî li hespekî suwar bûn û ji wan re gotin:

- Hespino me derxin ser rûyê erdê.

Hema ji dehma ve, bi carekê weke efsûnê xwe li ser rûyê erdê dîtin û hespên wan jî di bin wan de ne. Berê hespê xwe dan Koçhesarê û hespên xwe ajotin, hatin mala wezîr. Ji roja ku kurê wezîr wendabûyî û vir ve, li mala wezîr şîn û hizn e, girî betal nekirine. Nizanin ne kurê wezîr kuştî ye, ne jî sax e. Çawa dîtin kurê wezîr hat, girî betal kirin, kirin şahî, hezar top avêtin. Kurê wezîr û keça Dilo Mîrxan rûniştin li qesrê. Xelkê Koçhesarê dibêjin “Kurê wezîr jinek ji xwe re aniye, bedexa weke wê nîne li dinyayê.”