Hersê jî gihan, kamil bûn, gihiştin emrê zewacê. Xelkê bajarê paşê û meclîsa dîwana wî şîret lê kirin, xwestin hersê kurên xwe bizewicîne. Paşayî got, ez wan nazewicînim, ew kê bihebînin, hez ji kê bikim bila pê re bizewicin. Meclîsa dîwana paşê got, naxwe em sê tîra çê bikin, bila kurên te ber bi aliyê dixwazin ve biweşînin, kete ku, em dê biçin ji wan re keça wê malê ji kurên te re bixwazin.

Paşa razî bû. Rabûn sê tîr dan çêkirin. Kevan dan dest kurê paşê yê mezin. Wî tîra xwe weşand, kete hewşa mala qaziyê bajêr. Çûn jê re keça qazî xwestin û lê mehr kirin. Tîra kurê navê jî dane dest. Wî jî tîra xwe weşand, tîra wî kete hewşa mala miftiyê bajêr. Çûn ji wî re jî keça miftî xwestin û lê mehr kirin. Ma kurê piçûk. Kevan dan dest kurê piçûk, tîra wî jî danê. Wî benê kevanê kişand heta jê hat û berê wê da ezmanan. Tîra wî ewqasî dûr çû ku wenda bû. Xelkê bajêr, xelkê dîwana bavê wî lê geriyan, kirin û nekirin nedîtin. Bavê kurik pirr jê aciz bû, pê de qeherî, dilê wî ji kurê wî yê piçûk ma.

Kurik got, “heta ez tîra xwe nebînim ez dê rûnenim.” Çû ji nava bajêr bi dûr ket, li keviya bajêr qesreke sosret dît. Kete hewşa wê qesrê, li hewşê çavên xwe li tîra xwe gerandin. Tîra xwe dît. Dema ku kir ji qesrê derkeve, meymûnek ji qesrê derket. Kurik ecêbmayî ma. Çû cem meymûnê. Di dilê xwe de got, “qey qismetê min ev e.” Meymûn pê re hat malê. Bi meymûnê re çû dîwana bavê xwe, got:

- Bavo min tîra xwe dît, li hewşa qesrekê bû û di wê qesrê de ji vê meymûnê pê ve kesek nebû. Ez dibêjim ev qismetê min e.

Hazir pê keniyan. Bavê wî serê xwe tewand di nava civakê de, ji kurê xwe xeyidî, got:

- Di nav ewqas keçên nava bajêr de, te çû ji xwe re meymûnek anî. Tu ji xwe re dikî jin.

Paşê ji hersê kurên xwe xwest ku ji nav mala wî derkevin û cihê bibin. Kurê mezin û yê navê her yekî malek ji xwe re di nava bajêr de ava kir. Kurê piçûk li derveyî bajêr ji xwe re qesrek ava kir. Kurik bi roj ji malê derdikeve, diçe bajêr goşt û lazimiyan dikire, tîne li mal datîne, dîsa derdikeve nav civakê. Dema bi şev tê mala xwe, şîva wî hazir e li pêşiya wî. Kurik dibêje:

- Ma ne, ev şîv ji ber xwe çênabe. Ez divê fêr bibim ka çi diqewime.

Kurik di serê xwe de dolaba xwe digerîne. Roja din radibe sibehî ji malê derdikeve. Lê belê naçe nava bajêr. Diçe serê bên û di kulekê re li nava malê dinihêre. Bi çavên serê xwe dibîne ku meymûnê kirasê meymûnan ji xwe kir û veguherî keçeke bedew. Mîna heyva li çardehan e, keçeke gurc e. Kurik ji ser bên daket, kete hundir û dibêjiyê:

- Hermet, ez dizanim tu jina gurc î, û kirasê meymûnan li xwe dikî.

Kurik çû, jina xwe himbêz kir, ew maç kir. Qederekê bi hev şa bûn, kêf kirin. Kurik êvarê diçe dîwana bavê xwe.

Dilê paşê bi kurê wî yê piçûk ne xweş e. Li wî û mahneyan e. Herdu kurên wî yên din jî hatin li dîwana bavê xwe rûniştin. Bavê wan ji wan re got:

- Lawên min, ez dê tiştekî ji we re bibêjim! Şertekî min heye, ez dixwazim hûn ji min re kirasekî bînin, ne meqes lêketibe, û ne jî bi derziyê dirûtî be.

Hersê kuran bi edeb got:

- Ser seran bavo.

Dîwana paşê belav bû, hersê kurên wî jî rabûn, her yekî çû mala xwe. Kurê piçûk jî çû mala xwe. Li cem jina xwe rûnişt. Derdê wî jê xuya ye, her keseran dide xwe. Jina wî jê pirsî:

- Çi kula te ye, derdê te çi ye?

Kurik got:

- Bavê min şertek danî ber me hersê kurên xwe. Wî xwest her yek ji me kirasekî jê re bînin ku ne meqes lêketibe, hatibe fesilandin û ne jî bi derziyê hatibe dirûtin.

Jina wî got:

- Vê ji xwe re meke derd! Here cihê tîra te lê ketî. Li wê deverê bang bike, sê caran navê Meymûna Pinî Pinî hilde. Meymûna Pinî Pinî wê derkeve. Bibêjiyê Şahmeymûn kirasê mitirbê we dixwaze. Ew dê bidin te, bîne û were.

Kurik bi gotina jina xwe kir. Çû hewşa qesrê, cihê ku tîra wî lê ketî. Weke jina wî jêre gotî kir.

Meymûna Pinî Pinî gûzeke mîna gûzên hindê da kurê paşa. Kurik rahişt gûza hindê û hate mala xwe. Gûz da dest Şahmeymûnê, Şahmeymûnê gûz vekir, kiras jê derxist. Şahmeymûnê kiras da mêrê xwe û got:

- Ha ji te re, vî kirasî bibe ji bavê xwe re, kirasê wî xwestî ev e.

Kurê Paşê yê piçûk rahişt kirês, û riya dîwana bavê xwe da ber xwe. Pirr şaya, dibêje, bavê min dê bi min serfiraz bibe. Çû dîwanê, ehlê dîwanê rûniştî ne. Herdu birayên wî yên jê mezintir jî hatin. Pêşî yê mezin kirasek da bavê xwe piştr jî yê kurê navê. Paşa li kirasan nihêrî, bi rengekî nerazî got:

- Nexêr, ev kiras herdu jî dirûtî ne. Berê xwe da kurê xwe yê piçûk û got, ka tu kirasê xwe bîne!

Kurê piçûk kirasê xwe da bavê xwe. Bavê wî qenc berê xwe dayê, ji serî heta binî lê nihêrî. Ne kêlek lê ketiye hatiye dirûtin, ne jî meqes lê ketiye hatiye fesilandin. Ya dîtî ecêb û sosretek e. Kêfa wî ji kurê wî re hat, jê razî bû, jêre got:

- Aferî lawo! Te şertê min bire serî.