
Rojekê Kêz Xatûnê biryara xwe da, got: Tenêbûn dijwar e, ne xweş e, ez ê herim ji xwe re mêrekî bibînim, şû bikim. Rabû bi rê ket, çû çû, rastî şivanekî hat ku li ber pezê xwe bû. Şivanî got: - Kêzê, tu bi ku ve diçî? Kêzê got: - Kêzê û quzelqurt.
Şivên got:
- Nexwe ez bibêjim çi?
Kêzê got: Bibêje, kêzê, kêz xatûnê bi şimika reqreqûnê, bi çarika eyzerûnê, tu wê bi ku ve biçî?
Şivên got: Kêzê, kêz xatûnê bi şimika reqreqûnê, bi çarika eyzerûnê, tu wê bi ku ve biçî?
Kêzê got: Min biryara xwe da ku ez şû bikim, ez derketime, ji xwe re li mêrekî digerim. Şivanî got: - Ez jî bêjin im. Ma tu min nakî? Kêzê got: - Baş e, heke ez te bikim, em bi hev re bijîn û heke rojek hat û me li hev nekir, me şer kir, tu yê bi çi li min bixî? Şivanî darê xwe yê şivaniyê rakir hewa û got: - Ha ez ê bi vî darê xwe yê şivantiyê li te bixim. Çavên Kêzê ji hev bûn, tirsiya û got: - Na, na, nexwe ez bi te re nazewicim. Wiha got û da rê, çû çû rastî kerekî hat. Kerî got: - Kêzê, ma te xêr e, tu bi ku ve diçî? Kêzê got: - Kêzê û quzulqurt.
Kerî got:
- Nexwe ez bibêjim çi?
Kêzê got: Bibêje, kêzê, kêz xatûnê bi şimika reqreqûnê, bi çarika eyzerûnê, tu wê bi ku ve biçî?
Kerî got: Kêzê, kêz xatûnê bi şimika reqreqûnê, bi çarika eyzerûnê, tu wê bi ku ve biçî?
Kêzê got: - Welle tu dizanî ku tenêbûn gelekî dijwar e, ne xweş e. Min biryara xwe da ku ez şû bikim, ez derketime, ji xwe re li mêrekî digerim. Kerî got: - Ez jî bêjin im. Ma tu min nakî? Kêzê got: - Baş e, heke ez te bikim, em bi hev re bijîn û heke rojek hat û me li hev nekir, me şer kir, tu yê bi çi li min bixî? Kerî her du lingên xwe yên paşiyê nîşanî Kêzê dan û got: - Ez ê bi van cotikan zîtirkekê li te bixim. Kêzê tirsiya, got: - Na, na bavo, nexwe ez bi te re nazewicim. Da rê û çû. Çû, çû, rastî mişkekî hat. Mişko got: - Kêzê, ma te xêr e, tu bi ku ve diçî? Kêzê got: - Kêzê û quzulqurt.
Mişko got:
- Nexwe ez çi bibêjim?
Kêzê got: Bibêje, kêzê, kêz xatûnê bi şimika reqreqûnê, bi çarika eyzerûnê, tu wê bi ku ve biçî?
Mişko got: Kêzê, kêz xatûnê bi şimika reqreqûnê, bi çarika eyzerûnê, tu wê bi ku ve biçî?
Kêzê got: - Welle tu dizanî ku tenêbûn gelekî dijwar e, ne xweş e. Min biryara xwe da ku ez şû bikim, ez derketime, ji xwe re li mêrekî digerim. Mişko got: - Ez jî bêjin im. Ma tu min nakî? Kêzê bala xwe dayê, Mişko yekî lihevhatî bû, lê dîsa jî pirsî: - Baş e, heke ez te bikim, em bi hev re bijîn û heke rojek hat û me li hev nekir, me şer kir, tu yê bi çi li min bixî? Mişko got: - Ez ê bi vê boçika xwe ya piçûk li te bixim ku tu pê neêşî. Kêzê di dilê xwe de got, wele ev ne xerab e, Mişko yekî lihevhatî ye jî. Ez ê pê re bizewicim. Paşê lê vegerand: - Nexwe, baş e Mişko, ez ê te bikim. Kêzê û Mişko destên xwe dan hev rabûn çûn ba melê, mahra xwe birrîn, daweta xwe kirin û çûn mala xwe bi hev şa bûn.
Gotina min li diyaran, rehmet li dê û bavên guhdaran.
* Ev adaptasyoneke çîroka Kêz Xatûnê, beşa pêşî ye. Beşa diduyê, em ê hefteya bê biweşînin.