ZEYNEP TURGUT / JINNEWS / WAN


Li gundê Xec Xatunê zarokên gund bi çîrok û efsaneyên dayika Canfeda mezin dibin. Dayika Canfeda bi çîrokên ku ji zarokan re dibêje, çanda Kurdan dide naskirin û bi vî awayî wan perwerde dike. Pê re jî li hemberî bişaftinê bi dewra bendekê radibe.

Li Kurdistanê, nexasim jî li Bakur, ev  bi salan e ku li ser çand û kevneşopiyan zext û êrişên mezin ên desthilatdaran hene. Li hemberî bişavtina çandê, parastina kevneşopiyan jî her roj xurttir dibe. Li wanê, gundê Ebexê Xec Xatunê, dayika bi navê Canfeda Eren a 68 salî, bi vegotina efsane û çîrokên Kurdan, nevîyên xwe mezin dike. Zarokên li gund her şev li dora dayika Canfeda kom dibin û heta bi xew  ve biçin jî li çîrokan guhdarî dikin. 

 


Dewlemendkirina ziman û çandê

Dayika Canfeda bal kişand ser wendabûna çîrokan û got, çîrokên Kurdan bûne çîrokên Tirkan û wiha axivi; “Min bi çîrokan temenê xwe bihurand. Kêfa min ji çîrokan re pirr tê. Tê bîra min, heta ku dayikên me ji me re çîrok negotana em ranedizan. Dayik û dapîrên me herî zêde jî zivistanan ji me re çîrok digotin. Li gund ez her şev ji zarokên gund re çîrokan dibêjim. Dayikên me her tim digotin, di zivistanan de bi roj çîrokan nebêjin, ji ber ku wê berf zêdetir bibare. Çîrokên Kurdan hemû wergerî tirkî hatine kirin. Ew çîrokên ku niha ji aliyê weşanên Tirkan ve tên weşandin, çîrokên Kurdan in. Ji bo ku çanda Kurd ji holê rakirin, çi ji dest serdestên Turdan hatiye anîne serê Kurdan. Her çîrokeke Kurdî, watedar e û peyamên pirr balkêş dide. Ez ji zarokên gund re ne tenê çîrokan vedibêjim, ez çîrokên ku bûne  efsane mîna Evdalê Zeynikê û ya Şahmaran jî dibêjim. Zarok bi fêrbûna çanda xwe perwerdeya herî mezin dibînin. Hem çîrokan ji ber dikin, hem jî bi saya çîrokan bi zimanê dayikê, xwe baştir tînin ziman.”

 

‘Vegotina her çîrokekê perwerde ye’

Canfeda da zanîn ku ew her çîrokan ji zarokan re vedibêje, û got, ew destûrê nade ku zarok li televîzyonê temaşe bikin û wiha dewam kir; “Her dem dayikên me şîret li me dikirin. Ji me re digotin dibe ku hûn her tişta xwe wenda bikin, lê çand û kevneşopiyên xwe ti caran ji bîr nekin û ji nifşê nû re ragihînin. Ez jî dixwazim vê çandê dewam bikim. Zarok hînî televîzyonê hatine kirin. Bi temaşekirina televîzyonê mejiyê zarokan qels dimîne û bi ser nakeve. Lê vegotina her çîrokekê bi tena serê xwe perwerdeyek e. Televizyon mîna nexweşiyekê ye. Beden û hişê mirov jehrî dike. Ji ber wê yekê jî ez hewl didim ku zarok bi çanda xwe mezin bibin.”

 

Dayik bi çanda xwe

Canfeda herî dawî got, divê her zarok bi çanda xwe bê perwerdehîkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Nexasim, peywira her dayikekê ye ku zarokên xwe bi çanda xwe perwerde bike. Her meydaneke jiyanê cihê perwerdê ye. Ji ber wê jî dibê ku di warê çandê de em zarokên xwe sêwî nehêlin. Mirov bi naskirina çanda xwe dewlemendtir dibe. Mirov dikare bi vê zanebûnê vegere rastiyan. Zarok paşeroja me ne divê em pêşeroja xwe bi zanebûn biparêzin.”