Rêvebirê Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Mûşê Muhtesîm Yîgît der barê projeyê de agahî da da zanîn ku di çand û dîroka Kurdan de çîrok xwedî cihekî girîng in û wiha axivî: "Me li hinek gundan ev proje meşand. Me hewl da em hîn bibin gel çawa nêzî projeyê dibin. Gel erênî nêzî projeyê dibin û dixwazin zarokan wan jî van çîrokan hîn bibin."
'Wê xebat bibe arşîveke mezin'
Yîgît anî ziman ku dê çîrokên ku li ber hev bikin, wekî pirtûk biweşînin û wiha pêde çû: "Me li hinek gundan kesên ku çîrok dibêjin bi kamerayê qeyd kir. Em naxwazin tenê nivîskî bin û kesên ku çîrokan dibêjin jî neyên ji bîrkirin. Ev xebat dê ji bo me bibe arşîveke mezin. Wisa bawer dikim ku dê ev xebat ji bo zimanê Kurdî jî bibe xebateke girîng. Ji ber vê yekê em naxwazin bên ji bîrkirin û em wan berhev bikin."
Yîgît bilêv kir ku dê xebatên xwe bi şaxên KURDÎ-DER'ê yên din re jî parve bikin, arşîveke mezin çêbikin û gel bi rihetî xwe bigihînin arşîvê. Yîgît diyar kir ku herêma Serhedê di çanda dengbêjî û çîrokbêjiyê de herêmeke dewlemend e û dê desturê nedin ev çand tune bibin.
'Ciwan çîrokan zêde nizanin'
Muhtesîm Yîgît destnîşan kir ku di jiyana civakê de çîrok xwedî cihekî girîng in û wiha axivî: "Dema ez zarok bûm, li gund ceyran tunebû. Her êvar li malê kom dibûn û çîrok digotin. Pir xweşa me diçû. Niha êdî ev pêk nayên." Yîgît derbirî ku ji ber pêşketinên teknolojiyê ev çand tune dibe, ciwan çîrokan zêde nizanin û divê zindî bê hiştin û wiha got: "Zêde dema me nîne, kal û pîrên me hêj dijîn, divê em van qeyd bikin. Dema em li wan dipirsin, bi kêfxweşiyeke mezin çîrokan dibêjin."
Yîgît anî ziman ku ji ber şert û mercên zivistanê navber dane xebatê û piştî ku berf heliya dê projeya xwe bidomînin.
DÎHA/MÛŞ