Bîçen di romana xwe ya “Dagin Ardi (Li pişt çiyê)” de qala operasyona leşkerên dewleta Tirk a li li Eyaleta Amedê û berxwedana gerîlayan kiribû, di vê pirtûkê de jî qala lehengiya 12 gerîlayên Kurd dike. Di sala 1998-1999’an de li herêma Dorşîna Amedê leşker operasyonek mezin li dar dixin, 12 gerîla di encama operasyonê de li wê zivistanê dicemidin û jiyana xwe ji dest didin.
Weşanên Evrensel ku niha di 34’emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê de standek mezin vekiriye, pirtûka Zemherî jî li wê derê radigihîne xwendevanan.
Îsmaîl Bîçen kî ye?
Îsmaîl Bîçen di sala 1973’yan de li Erxeniya Amedê hatiye dinê, heta lîse li Erxenî xwendiye. Wî di sala 1990’î de li Wanê dest bi xwendina Fakulteya Baytarî kiriye û di dema ku hê xwendekar bû, di gulana sala 1992’yan de beşdarî gerîlayan bû. Piştî gerîlatiya li gelek herêman di sala Gelawêja 1999’an de di operasyonek de hatiye girtin û hatiye tewqîfkirin. Dadgehê cezaya muebbetê lê biriye. Heta niha du pirtûkên Biçen derketine: “Rosa Rosia Rosiana, helbest, Weşanên Cinius, 2011”, “Dagin Ardi, roman, Weşanên Aram, 2013.
STENBOL