ÎFK’ê niha jî çîrokên jinan yên berhevkirî, bi navê “Kirpiginiz yere duşmesin” kir pirtûk. ÎFK’ê derbarê pirtûkê degot, “Çîrokên me li wan guhdarkirî kir, me ew bihîstîn û parvekirin, cesaret dan me. Dengê me bilind bû. Raporên ku me amede kirine, nêrîneke polîtîk da avakirin û li ser vê mijarê me gotûbêj dan meşandin û qada têkoşîna me berfirehtir bû. Ev yek dewam jî dike. Derbarê raporan de nivîs hatin nivîsandin, derbarê mijaran de çalakî pêk hatin. Derbarê jinan de ku neçar mane hevjînê xwe bikujin, nivîs, nûçe û gotûbêj hatin kirin. Ev yek ji bo gotina jin û helwêsta wan bide nîşandan, hatin kirin. Ji ber vê, me raporên salekê û xebatên xwe di vê çarçoveyê de kir pirtûk. Pirtûka ku ji Weşana Guldunya derketiye heyecanê dide me tevan.”
Civîna danasîna pirtûkê di 19’ê Adarê de saet 18.00’an, wê li Mekana Femînîst bê lidarxistin.
STENBOL