Ji bo Roja Çîrokê ya Cîhanê 9'ê mehê panelek bi navê "Çîrok û xeyal, Siyabend û Xecê" bi beşdariya nivîskar Cîhan Roj li bajarê Tirkiyeyê Izmîrê li dar ket.

Weşanên Nayê ev panel organîze kir. Cîhan Roj di destpêkê de got, ew  Roja Evîndaran û Roja Çîrokê a Cîhanê bi hêvî û bi xweşî bi bîr tîne û got, “Ez ê îro gotina dawî di destpêkê de bêjim; Şevek ji şevên Sibatê bila sêva mêxekrêj di bîra we de be, heger we çîroka hezkirina xwe nenivîsîbe, dest pê bikin û binivîsînin, çi bi xeyal be, çi jî li ser kaxizê be.”

Roj diyar kir ku rola xeyalê di çîrokê de, di hezkirinê de ne kêm e û wisa dewam kir: “Xeyal, hezkirin, çîrok sê têgeh in ku meriv dikare wekî navê xalîçeyeke edebî bi kar bîne. Warê xeyalan, warekî wisa ye ku mirov tê de serbest e, azad e, bi îrade ye ji lewre ew qas bi goşt û can dibe, balkêş dibe, dewlemend dibe… Ji ber wê ye ku ew war warê lêgerînan e, ciyekî bi alternatîf e, pirrî caran jî jiyana di xeyalan de îtîrazek e li jiyana heyî. Jiyana di xeyalan de bi sirr û raz e.”

Taqata kêm a nivîsa Kurdî

Roj qala çanda devkî kir, got, ji ber folklora zengîn, ji coxrafyayê, dengbêjî û ji sebebên dîtir, xeyal û fantezî xweş û baş bû, lê ji ber têkiliya bi ziman re ya lawaz di edebîyata nivîskî de em wê taybetî û taqetê pirr kêm dibînin.

Nivîskar diyar kir ku têkiliyên bi sirr û raz di edebiyata Kurd a modern de lawaz e û wisa dewam kir: “Têkiliya zimên a bi objeyan re a bi jiyanê re bi arîşe ye, çimkî ne zimanê perwerdeyê ye û nikare li ser zemîna xwe, li ser îmkanên xwe şax berde. Hem ji alî hezkirinê ve hem jî wekî destanekê, Siyabend û Xecê destaneke balkêş e. Siyabend fîgûreke balkêş e. Bi pey dikeve şerê felekê bike, felekê bikuje. Fantezîyeke mihteşem e. Ne tesadif e ku Siyabend Silivî ye, çimkî Silîva cîwarê dewleta Merwaniyan bû. Ew ji wir bi rê dikeve, tê Bedlîsê çimkî Bedlîs jî warê mîrekiyeke muhim a Kurdan e.”

Kêmbûna têkiliya bi zimên re

Roj got, îro di çîroka Kurmancî a modern de kêmaniya berbiçav nebûn yan jî kêmbûna xeyalên xurt e, lawazbûna sêwirîn û tevnê ye. Ev jî ji kêmaniya têkiliya bi ziman re xwe dide der. Wî paşê wisa got: “Wekî merivan, çîroka zimanan jî heye. Heya em çîroka zimanê xwe hîn nebin, em ê nikaribin çîroka tê hêvîkirin lêbikin. Tarîxa zimên, têkilî û derfetên wê muhim in.”

Cîhan Roj xwest xwendevanên ciwan, hem pirsan ji berhemên Kurdî bikin, hem ji nivîskaran bikin hem jî pirsan ji xwe bikin, edebîyat yan jî çîrok bi qebûl, ezber û vehesînan bi pêş ve naçe. Li hêlekê kêmanî û astengî hene li alî din jî berhemên xweş têne afirandin, divê em bi xwe û bi qeleman bawer bin.

Her wiha di panelê di dema axaftinê de Cîhan Roj hin beş ji Siyabend û Xecê xwendin û hem vê yekê hem jî tehlîlên li ser Siyand û Xecê bala beşdaran kişand. 

 

 ÎZMÎR

* Ev nûçe ji malpera diyarname.com hatiye wergirtin.