Komîteya Lêkolînê ya girêdayî Mala Jin a Minbicê çîrokên jinên ku li ser destê çeteyên DAIŞ′ê zulm dîtine belge kir. Mala Jin a bajarê Minbicê komîteyek ava kir, da derbarê vê mijarê de lêkolînan ava kir. Komîte ji 4 Endaman pêk tê. Endam serdana malên herêmê dikin û çîrokên jinên ku li ser destê çeteyên DAIŞ′ê zulm dîtine, belge dikin.Têkildarê mijarê Endama Komîteya Lêkolînê ya girêdayî Mala Jinê Fatme Xemîs da zanîn ku belgekirina çîrokên jinan bi awayekî sirî tê meşandin û jinên ku êş û zulm li ser destê çeteyan dîtine, çîrokên xwe bi xwe dinivîsinin. 

 MINBIC