Yek ji xebatên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî berhevkirin û tomarkirina çanda gelêrî ye, di vê çarçoveyê de gaveke din avêt û pirtûkeke din a ji çîrokên gelêrî çap kir. Pirtûka ku bi navê “Çîrokên Gelêrî yên Kurdan” ji Enstîtuyê derketiye berhemeke berhevkariyê ya Zekî Akdag e.
Ji herêma Semsûr û Riha
Di vê pirtûkê de bi dehan çîrok hene ku berhev kirine û gihandine ber destên xwendevanan. Hin çîrok dibe versiyonên wan li herêmên din jî hebin lê ev çîrokên di vê pirtûkê de ên van du herêman in: herêma Semsûr û Riha. Akdag bi xwe jî ji Semsûrê ye ku sala 1983’yan li Komira ser bi Semsûrê hatiye dinê. Wî li Zanîngeha Herranê beşa Dîrokê, di ya Qafqasê de jî mastera pedagojiyê temam kiriye.
Bi dehan çîrokên gelêrî yên kurt û dirêj di pirtûkê de hatine bicihkirin û navên kesên ji devên wan hatine girtin jî hatine nivîsîn. Her wiha çîrok di bin sê beşan de, beşên çîrokên efsanewî, afirandina hin ajalan û yên pêkenokî de hatine dabeşkirin. Berhevkarî dest nedaye naveroka çîrokan lê ji bo fêmkirina wan li hin cihan hin peyv standardîze kirine, li hin cihan jî jêrenot danîne.
STENBOL