Yekemîn çalakiya “Her jinek çîrokek heye” a helbest û çîrokan a ji aliyê Navenda Jinan a Ûtamara ve hate lidarxistin, bi dawî bû. Di encama çalakiya jinan a bi armanca çîrokên jinan bi jinên din re bidin parvekirin de 12 Kurdî, 43 Tirkî û 11 çîrok jî bi Almanî hatin berhevkirin.
Navenda Jinan a Ûtamarayê ragihand ku wana di navbera 25’ê Mijdarê roja protestokirina tundiya li ser jinê û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşima “Her jinek çîrokek heye” dest bi berhevkirina çîrok û helbestan bikin û armanca wan ew bû ku berê jinan bidin nivîsandinê.

Di berheman de lêgerîn û hest heye
Navenda Jinan a Ûtamarayê ragihand ku wana pêşî xwest vê çalakiyê weke pêşbaziyê li dar bixe, lê piştre dîtin ku trajedî û nêrînên jinan nakevin pêşbaziyê û bal kişand ku her yek ji helbest û çîrokên hatine şandin, ji ya din hêjatir e.
Navendê ragihand ku encama çalakiya jinan a bi armanca çîrokên jinan bi jinên din re bidin parvekirin de 12 Kurdî, 43 Tirkî û 11 çîrok jî bi Almanî hatin berhevkirin û di vana hemûyan de jêpirsîn, lêgerîn, hest, têkoşîna jinê hene.
Navendê ragihand ku ew ê van hemû berhemên hatine komkirin, bi navê “Her jinek çîrokek heye” bikin pirtûk. Her wiha hate diyarkirin ku dê vê pirtûkê ji her yek ji jinên beşdarî çalakiyê bûne û diyar bişînin.

ANF/KOLN