Çirûskek dibe destpêka agirekî gur û har, paşê ew agir bi gurbûna xwe germ dike, ronahiyê dide derdorê û carinan jî dişewitîne derdorê. Weke çirûskekê, weke çirûskeke ku qet xuya nedibû û ti kes pê nedihesiya çil û şeş sal berê şeş xwendekar li paytexta Tirkan, li bajarê Enqereyê gihîştibûn hev. Di sir û seqema wî bajarî de ew bûbûn çirûsk, çirûska agirê gur û har. Ew çirûsk bi demê re mezin bûbû ku êdî nedikarî li cihekî bisekine û lewre, hewce bû ku belav bibe, xwe bigihîne hawarên ku ji her dera welet dihatin.  Ew hawareke wiha bû ku ti kesî nedibihîst û yên dibihîstin jî mîna ku kerr bûbûn, bêbertek û bêbersiv diman. Loma, ew çirûska ji paytexta Tirkan ve xuya bûbû, xwe gihandibû welêt.

Ew xwendekarên ku bi rojan tî û birçî mabûn, ji bêxewî xwîn ketibû çavên wan, ji sir û seqemê qerisîbûn… Her tişt dabûn ber çavan û di wê riyê de can jî dabûn. Lê herî dawî bûbûn bîst û du heval, hogir û can ku beriya bi bêhtirî çil û yek salan li gundê Fîsê di maleke biçûk de ku weke cihaneke nû bû, gihîştibûn hev. Rojeke bi mij bû û baranê erd têr kiribû. Belê piştî baranê ax hîn xurt û berhemdar dibû. Gava ku rojê tîrêjên xwe dişandin ser axê û germahî digihîştê, wê axê zindîbûna xwe bi dildarî radixist ber çavan. Zivistanê nû dest pê kiribû. Lê piştî zivistanê her bihar e. Di rojeke wiha de bîst û du hevrê û hogir piştî westandina beden, dil û mejiyê xwe biryarek dabûn. Biryara riyeke nû, hêviya ku gav bi gav zuha dibû ji nû ve zindî dikir bû; êdî çirûsk vediguherî agirê ku her gur dibû.

Belê ew çirûsk veguherîbû agirê ku êdî dil û mejiyên sar bûbûn, germ dikir û ronahî dida. Wê ronahiyê pêşiya gelekî vedikir. Qewmê ku di bin axê de diriziya derdiket ser axê û pel û kulîlk vedikirin. Bûbû agirekî wiha ku ji dost û hogiran re rêber û alîkar bû; hêvî dida, deriyê pêşerojê vedikir, tiştên ku hatibûn jibîrkirin, dîsa ji nav lêvan derdiket; azadî, wekhevî, rizgarî, serkeftin… Û her rojê ew nêzîktir dibûn. Bêguman neyar û beniyên xwînxwaran li ber wî agirî dişewitiyan û dibûn xwelî. Ew agir bûbû giloka agir ku li her derê digeriya; ji bo hinekan xeter bû ku dixwestin her avê bireşînin ser, ji bo hinekan jî pêdiviyek bû ku her êzing diavêtin ser. Her ku ew agir di nava welêt û li derveyî welêt geriya mezin bû û gihîşt milyonan û ew bi wî agirî her germ bûn, her di ronahiyê de pêşiya xwe dîtin. Yên ku xwestin wî biwemirînin jî di ber wî de sotin, ên destên xwe dirêj kirin bi destên şewitî jê vegeriyan.

Ew çirûsk bûbû ku deng û rengê Kurdan li cihanê belav kir. Ên ku çavên xwe girtibûn û nedidîtin rewş û halê Kurdan, ji neçarî berê xwe dan Kurdan. Guh dan Rêberê Kurdan û xwestin ku fêm bikin ka ew agir bi çi wiha gur dibe û qet venamire. Ji bo pergalan jî agirekî xeter bû ku bi hovaneyî êriş birin ser; ên ku ew agir dadabûn dîl girtin û yek bi yek qetil kirin. Lê nedikaribûn ku bibin tasek av ku gurbûna wî kêm bike. Kesî nikaribû bi dîlgirtin û kuştinan ew agir vemiranda. Her ku bi ser de çûn ew agir mezin û gur bû ku îro li cihanê deng vedide. Ev deng, dengê wê çirûskê ye ku di dema bêdengiya mirinê de derketibû.

Deng bivênevêya zindîbûnê ye; tiştên zindî deng didin. Gava ku tiştek bi giyan û can dibe, bi dengekî xwe dide hîsandin û êdî ew bi wî dengî tê nasîn. Piştî demeke dirêj ku Kurd di nava bêdengiya xwe de difetisiyan, ew çirûsk bû sedema dengê jiyîn û jiyanê. Ew bû çirûska vejînê, vejiya ji nû ve jiyan, jiyan çirisî ji wir û dûre pijiqî çirûskên wî agirê li derdorê.