Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah got, êdî dem ne ew dem e ku behsa pêwistiya lidarxistina Kongreya Neteweyî were kirin, lê belê divê êdî were pirsîn, ka kengî Kongreya Neteweyî wê were li darxistin. Ji bo dewra jinan jî, Abdullah îşaret bi dewra pêşeng a jinan di berxwedan û têkoşîna li Kurdistanê de kir û got: “Divê jinên Kurd bi Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd  pêşengiyê li Kongreya Neteweyî ya Kurd jî bikin.”
Hevseroka PYD´ê Asya Abdullah jî di 16. Civata Giştî ya KNK´ê de amade bû û li ser mijara Kongreya Neteweyî û dewra jinê de ji rojnameya me re peyivî.

Divê pêvajo were nirxandin
Hevseroka PYD´ê Asya Abdullah li ser pirsa rewşa Kurdistanê ya niha û pêwistiya Kongreya Neteweyî de got: “Ji bo gelan pêvajoya tê re derbas dibin ji bo me girîng e û divê were nirxandin. Mesela di warê siyasî de krîz heye, alozî hene, şer heye, ev ê hîna demeke dirêj bikişîne. Herçî çareserî ye, xitimînek heye. Şerên ji bo desthilatdariyê weke şerê DAIŞ´ê tesîrê li civakê dikin. Divê weke aliyê Kurd em vê baş binirxînin. Weke gelê Kurd tevî hemû pêkhateyan, li tevahiya parçeyan em bi roleke pêşeng radibin.”

Kongre wê kengî li dar bikeve?
Abdullah, li ser pirsa tiştên ku bi lezgînî ji bo Kongreya Neteweyî werin kirin jî got ku li pêşberî gelê Kurd halê hazir hem tehlûke û hem jî fersend hene û wiha dewam kir: “Heke em yekîtiya neteweyî pêk bînin, heke em tifaqa xwe pêk bînin, hingê pêşî li van tehlûkeyan tê girtin, ev tehlûke kêm dibin. Ji ber vê yekê jî ji bo hemû aliyan ev erkeke sereke ye.”

´Tu navê hemû bajarên Kurdistanê dibînî´
Asya Abdullah îşaret bi asta têgihiştina neteweyî ya di nava xelkê de kir û got: “Vê helwêsta li seranserê Kurdistanê heyî, li dijî hemû êrişan hêz da têkoşîna neteweyî. Jinan û ciwanan pêşengiya vê kir. Bi hezaran ciwanî xwe feda kir, bi sedan jinî pêşengiya berxwedana neteweyî kir. Îro li Rojava tu biçî şehîdgehekê, tu navê hemû bajarên Kurdistanê dibînî, ez bawer dikim li hemû şehîdgehên Kurdistanê rewş wiha ye. Ev îşaret bi asteke gelekî bilind a neteweyî dike.”
Li ser mijarê Hevseroka PYD wekî din got, divê têkoşîna jinên Kurd jî were xurtkirin, lewma xurtkirina wê “xurtkirina şoreşa neteweyî ye, û xurtkirina şoreşa neteweyî jî xurtkirina şoreşa jinê ye.“

Hêzê bide têkoşîna demokratîk, aştiyane
Asya Abdullah da zanîn û ya di Civata Giştî de hatî minaqeşekirin ew bû, ka ji bo çi aliyên siyasî nayên cem hev û wiha peyivî: “Em kongreya neteweyî saz bikin û bibin xwedî stratejiyeke neteweyî. Ev ne li dijî ti aliyî ye, ne li dijî welatekî ye jî û ne li dijî pêkhateyên Kurdistanê ye jî. Ew ê hêzê bide têkoşîna demokratîk, aştiyane. Çareseriya pirsa neteweyî ya Kurdistanê wê çareserkirina pirsgirêkên tevahiya gelên herêmê xurt bike.“

Em kengî li dar bixin?
Hevseroka PYD´ê Asya Abdullah diyar kir ku êdî dem ne ew dem e ku behsa pêwistiya lidarxistina Kongreya Neteweyî were kirin û wiha dewam kir: “Piştî ku her kesî helwêsta xwe diyar kir, em ê binihêrin ka pirsgirêk li ku ye. Heger aliyek naxwaze tevlî bibe, em bipirsin çima tevlî nabe. Îro tevlî nabe, gelo sibe jî tevlî nabe? Êdî dem ne ew dem e ku behsa pêwistiya lidarxitsina Kongreya Neteweyî were kirin. Îro divê em bibêjin ka em ê kengî kongreyê li dar bixin. Em kengî li dar bixin, pirsgirêkan minaqeşe bikin, biryaran bidin.”
Abdullah bi bîr xist ku bi heman rengî li Kerkûkê KNK´ê şêwrek li dar xist, ev civata giştî ya 16´an jî di heman çarçoveyê de ye û di rojên li pêşiya me de jî wê hin civînên girîng werin lidarxistin.

Jin wê bi rola pêşeng rabin
Hevseroka PYD´ê Asya Abdullah ji bo dewra jinan di xurtkirina yekîtiya neteweyî de jî got, “Jinan yên herî zêde berdêl dayî ne di berxwedana li Kurdistanê de, li dijî faşîzmê, li dijî zilm û zorê; bi hezaran gundên şewitandî hene, dîsa jinan êşên herî giran kişandin. Li her warê berxwedana neteweyî de, di van 40 salên têkoşîna rizgariya Kurdistanê de hêzeke xurt a jinê derket holê. Bi israr û keda xwe du kongre li dar xistin, li Amed û Hewlêrê. Biryar e ya sêyem li Rojava, li Qamişlo were lidarxistin. Îro çawa, nexasim bi berxwedana Rojavayê asta têkoşîna jinê bilind bû, bi pêşengiya YPJ´ê jî gelekî xurt bû. Ez wisa bawer dikim ku Kongreya Neteweyî ya Jinan a Kurd wê hêzê bide civandina Kongreya Neteweyî ya Kurd. Divê em jin ji bo vê têbikoşin. Tişta divê were rexne kirin, em rexne bikin, mijarên din em minaqeşe bikin. Em li ser pirsgirêkan ji nû ve bipeyivin; di vê yekê de rola jinan girîng e. Îro jin di siyasetê de, di partiyên siyasî de cihê xwe digirin; xwedê mîrateyeke têkoşînê ya demdirêj in. Em weke jin, nexasim weke jinên di partiyên siyasî de, ji bo bipêşxistina siyaseta neteweyî ya demokratîk li Kurdistanê bi rola xwe rabin.“  

ULKEM ZEREMYA
BRUKSEL