Di ilmê civaknasiyê de qala klanan tê kirin. Bi kurmancî mirov dikare bibêje, kom an jî komikên pêşî yên mirovahiyê. Bi wan re mirovatî gav diavêje civakbûnê. Kom û komik rengê xwe hene. Bi van reng û xisletan ji hev cihê dibin. Bi kirasê maddî û manewî yê li xwe dikin, dibin xwedî nasname. Ji bo vê li ber xwe didin, têdikoşin. Bergirî û parastina xwe dikin. Herçiqasî çiv û çîvanokên serhatiya civakê hebin jî di dîrokê de û di qonaxên wê de kurtûkurmancî rengwergirtin û kiraslixwekirina civakan bi vî awayî ye. Piştî ku me bi çend lefzan qala aliyê civakê yê dîrokê kir, hema yekser em bêne ser mijarê û roja me ya îro.
Herçiqasî civak xwe hê bi formên mezin pênase û îfade bikin jî di bingehê bergiriya (protection) wan de li rêza pêşî civak tê, carna kêm be jî dikare ev rêz biguhere û li rêza pêş forma berfirehtir ummet, netewe, dewlet, konfederalî û formên bi vî awayî cih bigirin. Bêyî em zêde bi babetên nezerî dakevin, em bi mînakên berbiçav ên îro dakevin. Gelê Kurd û Kurdistanî îro xwe bi formê Koma Civakên Kurdistanê KCK´ê îfade dikin. Halîhazir ev formê herî mezin ê Kurdan û Kurdistaniyan ê xwerêxistiniyê ye. Ji navê wê jî diyar e, formeke mezin a ban a civakan e. Ev civak dibe ku li ser erda bi navê Kurdistanê bin û dibe ku ev civak li derveyî wê bin. Tevî ku gotinên me ji bo tevahî civakên li bin vî banî ne jî em ê bala xwe bidin ser civakên li derveyî erda Kurdistanê û nexasim jî civakên li Ewrûpayê.
Civakên li derve yên di nava sîstemeke din de wê çawa bikaribin bi nasnameyên xwe, bi reng û dengên xwe bimînin û xwe pênase bikin? Gelo wê dev ji xwe berdin? Xwe înkar bikin? Yan jî wê bi rastiya erda li ser in, baş bibînin û nasnameya xwe xurt bikin? Di devjixweberdan û înkarê de kurm dikevin canê wan û demeke dirêj bi psîkolojiya xwekêmdîtinê diperpitin û mîna mirîşka serjêkirî hinekî virde wirde dipekin. Rewşeke kambax e, mirov dikare bi cildan pirtûk li ser vê rewşê binivîse û xelkê li ser rewşên xwe yên bi vî rengî nivîsî ne. Bi vî awayî jî li çareyan geriyane. Hemin em jî li çareyê digerin. Ji ber ku civaka me ya li Ewrûpayê heta radeyekê xwe bi rêxistin kir. Sazî û dezgehên xwe vekirin û li dora wan civayan. Berê wan her li welêt bû û bi armanca rojekê vegerin bi hêza xwe hemûyî alîkariya têkoşînê kirin. Di encama vê ked û renca wan de Tevgera Azadiyê gelek çeperên girîng bi dest xistin. Lê bi demê re têkoşînê awayê xwe yê berxwedanê piralî û pirbere kir û hem jî dirêjbûna demê, kir ku Kurdistaniyên li derve ji nû ve bi rewşê dakevin û analîz bikin. Ji bo vê jî li gelek herêman meclîsên xwe ava kirin. Lê belê gilî û gazin hene, rêxistiniya berê nikare gav biavêje rêxistiniya nû. Herçiqasî di warê têgihiştin û serwextiyê de pirsgirêk neyên dîtin jî di warê amûran de zehmetî hene. Di vê rê de kesên rêxistiniyê dikin û heta civak nikarin dev ji hin awayên hînbûne û elimîne berdin.
Ji bo vê, pêşniyara min ew e, divê herêmên pîlot bêne destnîşankirin û li wir bi armanca serketinê xebat bêne kirin. Kengî ev pêk hat hingê dikarin li herêmên din jî ev dewam bike. Ji bo vê jî weke di dîrokê de bûyî, divê girse bicivin weke civak guftûgo bikin û li rê û amûrên çareseriyê bigerin. Beriya her tiştî divê di warê perwerdeyê de xwe bi sazî û dezgeh bikin. Divê pêşî jî ji zarokên xwe dest pê bikin û xwe jî bi kêmanî heftane perwerde bikin. Ne tenê qursan divê dibistanan vekin. Li gorî welatê lê ne dikarin bifikirin. Divê navendên pêdiviyan çêkin. Li van navendan ji dukanê bigire heta bi berber, qesab, terzî û gelek tiştên din divê hebin. Ango li gorî pêdiviyên civakê bifikirin. Di warê maddî de jî divê xwe bi rêxistin bikin. Herçiqasî pêşniyarên min di vî warî de hene jî ez niha pê danakevim.
Ev civak, bêguman dilê wan ji bo welêt lê bide. Ji ber ku ew der çavkaniya nasnameya wan e. Lê li devera lê ne jî divê erkên xwe yên civakbûnê bi cih bînin. Naxwe wê nikaribin bergirî û parastina xwe bikin. Mîna keriyê gur bikeve navê wê her yek bi derekê de biteriqe û biqedin. Ji bo ev nebe, şert e ku mirov li gorî dinya nû bibe civak û ev yek wê me wek kes jî xurt bike.