3  Rêxistinên Kurdistanî bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku 21´ê Îlonê li dijî dîktatoriya faşîst a li Tirkiyeyê li bajarê Holandayê Maastrichtê bin.

Civanekî mezin ê Kurdan ku ji çalakiyên çandî û siyasî pêk tê, şemiya bê, yanî 21´ê Îlonê li bajarê Holandayê Maastrichtê pêk tê. Ev çalakiya navendî wê civanê herî mezin ê Kurdistanî û dostên wan li Ewrûpayê be. Xelkê ji gelek welatên Ewrûpayê wê bi şîara “Ji Rêberê Gel Ocalan re azadî, ji Rojava re statu” êrişên li dijî Rojava û dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi destê desthilata faşîst a dewleta Tirk şermezar bikin.

Platforma demokrasiyê ya Holandayê û Platforma Demokrasiyê ya Rojava li Holandayê tevî KON-MED´ê (Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê) organîzatorên çalakiyê ne. Platforma demokrasiyê ya Holandayê û Platforma Demokrasiyê ya Rojava li Holandayê bi hev re bangek kir û xwest gel hemû bila di vî civanê mezin de bên cem hev.

Herdu saziyan di banga xwe de got, desthilata faşîst a AKP/MHP´ê tenê bi amûrên şidet û zorê dikare dewam bike û dagirkeriya bi qeyûman a şaredariyên Kurdistanê jî weke danader a zêhniyeta faşîst û yekperest bi nav kir. Herdu saziyan got, di paşxaneya êrişên li dijî Kurdan û HDP´ê de “tenê faşîzma li dijî Kurdan nîne. Zêhniyeta faşîst li dijî hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê ye. Heger li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gavê bi bereya demokrasî û berxwedanê paş ve bidin avêtin, wê derba wan a piştre berfirehtir li dijî Rojava be. Divê eşkere bê dîtin ku êriş ne tênê li dijî Kurdan e, êriş li dijî Tirkan, Ermeniyan, Çerkez, Gurcî, Ereb û hemû komên dînî yên weke Elewî, Êzîdî, Xirîstiyanan, û tevahiya rengên jiyanê ye jî. Ya ku divê em bikin ew e ku em bereya berxwedanê li dijî faşîzmê mezin bikin.”

Di dawiyê de saziyan wiha bang kir: “Em bang dikin, da ku em 21´ê Îlonê dengê gelan li Maastrichtê bilind bikin.”

KON-MED’ê jî bang kir

KON-MED´ê jî bi heman armancê bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir: “Em bang li hemû jin, ciwan, zarok, Kurd, Tirk, Ereb, Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ermenî, Elewî, Xiristiyan, Êzîdî, Misliman, dost û Elmanan hemûyan dikin, kurt û Kurmancî em bang li parêzvanên aştiyê û demokrasiyê yên Ewrûpî hemûyan dikin, werin em li Mastrichtê bên cem hev û beramberî êrişên faşîzma AKP/MHP´ê yên li dijî Raojava û Baûrê kurdistanê û dagirkirina bi qeyûman a şaredariyên Bakurê Kurdistanê, dengê xwe bilind bikin. Werin em hêza xwe bikin yek û hevpar bikin.”

Ev civanê mezin ê Kurdistanî û dostên wan jî wê li navnîşana li jêr pêk bê: Grusseltpark, Stadionsweg 6225 XR Maastricht.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN