Di hevdîtina ku 11’ê Tebaxê di navbera Wezîra Karê Derve ya DYA’yê Hillary Clinton û Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû de pêk hat ku di derbarê Sûriyeyê de biryar girtibûn “Koma xebatê ya siyasî, leşkerî û îstîxbaratî” doh ji bo civîna yekem li Enqereyê kom bûn. Civîna ku serokatiya wê dê ji Wezareta Karên Derve ya Tirk Alîkarê Musteşarê Rojhilata Navîn Balyoz Halît Çevîk û ji heyeta DYA’yê jî Balyoz Elîzabethe Jones bike, diplomat, îstîxbaratvan û rayedarên leşkerî dê tevlî bûn.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk hate gotin ku di civînê de wê, li ser sînorê Sûriyeyê herêma tampon, alîkariya mirovahî, tedbîrên ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bêne girtin, rêveberiya piştî Esad û tekoşîna hevpar ya li dijî PKK’ê bêne axaftin.
Tirkiyeya ku rejîma Esad weke dijminê Sûriyeyê îlan dike û li dijî rejimê alîkariya siyasî-leşkerî di de muxalîfan bi vê alîkariyê hewil dide li pêşiya mafên xweser yên Kurdan bibe asteng. Kurdan piştî ku di çend bajaran de rêveberî girt destê xwe Tirkiyeyê gefên dagirkirinê xwarin û ji bo vê dixwaze herêma tampon ava bike.

Rusya herêma tampon naxwaze
Li belê ji ber Rûsya û Îranê li dijî vê ne, eger li herêmê dagirkirine çêbibe fikara rê li ber şerek mezin veke heye. Ji ber vê çendê tê diyarkirin ku, ev hewildana dagirkirina Tirkan ya yek alî ji aliyê Rojava ve piştgiriyê nabîne. Tê diyarkirin ku niha DYA´ê ji bo niha ne alîgiriê avakirina herêma tampon e.”
Herî dawî hikumeta Tirkiyeyê koçber kirin hincet ku li ser sînor herêmek tampon ava bike. Daxuyaniya ku 20’ê Tebaxê Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû kir, aşkera kiribû ku, ger hêjmara koçberên ji Sûriyeyê tên hêjmara wan ji 100 hezarê bibore, cihê wan nîne ew wan lê bicih bikin û gotibû, “Dikare di nav sînorên Sûriyeyê de herêmekî bi ewle kampên NY bêne avakirin.”

Armanc destketiyên kurdan e

Rêxistinên Kurdan dibêjin, hemû polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî Sûriyeyê tenê ji bo pêşî li destkeftiyên gelê Kurd bigirin têne kirin.
Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê nerazîbûneke hişk nîşanî gefên Tirkiyeyê yên dagirkirinê da û Tirkiye hişyar kir ku, Kurd wê li dijî dagirkirinê bi awayke kom dê berxwedanek mezin nîşan bidin.
Serokê Konsey Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di hevpeyvîna 2’yê Tebaxê dabû ANF’ê de veguhestina hêzên leşkerî yên Tirk ên li ser sînor weke tehdît bi nav kir. Karayilan got; “Karayilan bal kişand ser veguhestina leşker û cebilxaneyên ji aliyê dewleta Tirk ve yên li ser sînor tên bicihkirin jî û got; “Dewleta Tirk bi veguhestina hêza xwe ya li ser sînor blof û tehdîdan dike. Dixwaze hêza xwe nîşan bide û zorbetiya xwe nîşan bide. (…) Niha şert û mercên mudaxeleyê tune ye. Dewleta Tirk bê haya DYA’yê tu carî nikare pêngavek jî biavêje. Dixwaze bi vê yekê her kesê bitirsîne, lê bila kesek jê netirse. Ger dewleta Tirk dibêje ew ê gelê me bitirsîne, xwe dixapîne. Gelê Kurd li hemberî dewleta Tirk xwedî amadekariyeke berxwedaneke giştî ye. Lê divê dîsa jî gelê kurd ji hemû sînaryoyan re amade be.” 

 ANF/ENQERE