Civîna ku ji alî  Înîsiyatîfên Malbatên Kurd ên li Bîefeldê ve hat birêkxistin, bi tevlîbûna Hevserokên Enstîtutuya Kurd a Elmanya Avesta Aydin û Fevzî Ozmen, Serokê Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê Abdulqadir Ulumaskan, Seroka YEK-MAL´ê Gunay Darici û malbatên Kurd ên Bîefeldê tevlî civînê bûn.

Di destpêkê de li ser navê Înîsiyatîfên Malbatên Kurd ên li Bîefeldê Zerîfe Hussein axivî û got, divê bi desteka saziyên ku niha li wir hazir in, em xebatên xwe xurttir bikin. Piştre her saziyê li ser kar û xebatên xwe agahî dan û ji bo bipêşxistina zimanê Kurdî divê çi bê kirin, minaqeşe çêbû.

Hevserokê Enstîtuya Kurd a Elmanyayê Fevzî Ozmen diyar kir ku di salên 90´î de 25 înîsiyatîfên malbatên Kurd hebû li Ewrûpa lê niha ji wan saziyan tenê Yek- Mal maye. Her wiha Ozmen got, wekî sazî jî kêmasî û berpirsyariya wan heye û divê sazî û malbatên Kurd bêhtir hestiyar tevbigerin. 

Seroka Yek-Mal´ê Gunay Darici jî destnîşan kir ku dixwazin xebatên saziya xwe li her dera Elmanyayê belav bikin û ji pirsgirêkên malbatên Kurd re bibin bersiv û weha pê de çû: “Yek-Mal bi kesekê dest pê kir. Niha saziyek xwedî 30 xebatkaran e. Heger em bixwazin, em dikarin bi ser kevin. Xebatên me yên du zimanî li Berlînê elaqeyeke mezin dît.” Darici her weha got, di demên pêş de li Berlînê du dergûşxaneyên zarokan ên nû wê bên vekirin. 

Her weha hat diyarkirin ku saziyên tevlî civînê bûne, li Elmanya ji bo damezirindina beşa Kurdolojiyê, ji bo mamosteyên nû destpêkirina kursan û li dibistanan zimanê Kurdî wekî zimanê duyem bê qebûlkirin, hewl bidin. 


 MURAT MANG/BIELEFELD