Civîna Koma Dostaniya Kurd

Haberleri —

Hevserokê HDP´ê Sezaî Temellî û heyeta pê re li Strasbûrgê hevdîtinan pêk tîne. Di Civîna Dostaniya Kurd de Temellî xwest parlementerên dost qala siyasetên qelp ên rejîma Erdogan bikin û nîşan bidin ka gelê Kurd bi siyaseteke çawa ya nehuqûqî re rûbirû ye.

BARIŞ BALSEÇER / STRASBOURG

Hevserokê HDP´ê Sezaî Temellî û heyeta pê re li bajarê Franseyê Strasbûrgê doh hinek hevdîtin pêk anîn.

Temellî û heyeta pê re, di nava rojê de bi Koma Dostaniya Kurd re civiyan. Di Koma Dostaniyê de nûnerên partiyên kesk, sosyalîst û çepgir hene. Di civînê de qala zor û zilma desthilata faşîst a AKP-MHPê li Kurdan hat kirin.

Sezaî Temellî di civînê de axivî û anî ziman ku şaşiyeke mezin e, Ewrûpa têkiliyên xwe di asteke stratejîk de bi rejîma Erdogan re didomîne û got, têgihiştina stratejîk a Ewrûpayê tenê bi têkiliyên bazirganiyê bi sînor e. Rejîma Erdogan ji pîvanên mafê mirovan, huqûqa gerdûnî û pîvanên Kopenhagenê mehrûm e ku ev hêmanên bingehîn ê demokrasiyê ne.

Temellî diyar kir ku rejîma Erdogan vîna gelê Kurd desteser kiriye û bi bîr xist ku li şûna hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hatine tayînkirin û got, Erdogan bi vê yekê şertê rêveberiyên xweser ê Yekîtiya Ewrûpayê jî tine hesibandiye.

30 parlementer beşdarî civînê bûn

Temellî qala girîngiya avabûna Koma Dostaniya Kurd jî kir û anî ziman ku ew xebatên van dostan li nava Parlementa Ewrûpayê hêja dibînin û ji wan xwest li parlementê behsa neheqî û binpêkirinên li Tirkiyê bikin; divê zorê li ser rejîma AKPê çêkin û bibêjin, mijara koçberên Sûrî xeter nîne, rejîma Erdogan dixwaze vê wisa nîşan bide û vê yekê di çarçoveya dijminatiya Kurdan de weke sîleh bi kar tîne.

Di Civîna Dostaniya Kurd de 30 parlementer amade bûn. Ji heyeta HDPê Feleknas Uca, Ayşe Acara Başaran û Pero Dundar jî di civînê de bûn.

Li Parlemenê civîn

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî û heyeta pê re li Parlementa Ewrûpayê civîneke çapemeniyê di bin navê “Li Tirkiyê mafên siyasî, jiwezîfegirtina hevşaredarên Kurd û rola Ewrûpayê” de pêk anîn. Katî Pîrî, Ozlem Demîrel, L. Anderson, DArren Arza, François Alfonsî û Rîbal Giner jî amade bûn.

Temellî der barê hevşaredarên ji wezîfeyê hatine girtin agahî dan û ev yek weke rewşeke awarte bi nav kir û got, em bi rejîmeke wisa re rûbirû ne, bêhuqûqiyê li ser gelê Kurd ferz dike.

Temellî qala girtiyên siyasî yên li Tirkiyê kir, îşaret bi Fîgen Yuksekdag û Selheddîn Demîrtaş kir û gotin bir ser doza Demirtaş a li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê û got, ev dozek e, temsîla bi hezaran dozên siyasî hemûyan dike.

Parlementerê Qibrisê yê Rûm ku beşdarî civînê bibû, Costas Mavrîdest pêşniyar kir ku ew Demirtaş ji bo xelata Sakharov namzet nîşan bidin. Hin parlementerên din jî deng kirin ku Demirtaş hêjayî xelatê ye.

 
 

Li Komeleya  Elewiyan Civîn

Ji heyeta HDPê li Strasbûrgê parlementera HDPê ya Batmanê Ayşe Acara Başaran û parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikulu li Komeleya Elewiyan a li Strasbûrgê civîneke gel pêkanîn.

Ayşe Acar Başaran di civînê de axivî û anî ziman ku ew di dema herî zehmet a dîroka Tirkiyê re derbas dibin û got, lê ew dikarin vê weke firsendekê jî bibînin.

Parlementerê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî axivî û bal kişand ser bêhuqûqî û binpêkirinên mafê mirovan li Tirkiyê û got, di hilbijartina 31´ê Adarê de hêviyek çêbû û divê em vê hêviyê mezin bikin.

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.