Li gorî daxuyaniya li ser navê Polîtburoya Siyasî ya YNK’ê, di civînê de Cîgirê yekem ê Sekreterê Giştî Kosret Resûl û Rêveberê Polîtburoyê Qadir Hemecan jî di beşek civînê de amade bûne.
Di civînê de Şêx Dilêr Şêx Mistefa li ser navê pêkhateyên beşdarî civînê bûyî, axivî û got: “Divê YNK rola dîrokî û netewî ya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi cih bîne. Ji bo ku xelk bikare ji vê rewşa nebaş a ku ketinê rizgar bibe.”
Şêx Dilêr her wiha xwest ku YNK, yekîtiya xwe biparêze û bi nîqaşan pirsgirêkan çareser bike.
SILÊMANÎ