Piştî ku rêxistin PYD’ê li gelek bajarê Almanya civîn lidar xistin, pêr jî li bajarê Duisburgê konfransa xwe lidar xist. Konfrans bi armanca rêxistinkirina  karê siyasî li qada Ewrupa û bi taybet jî di vê dema ku gelek pêşketinên siyasî li Rojava û herêmê tên jiyîn, hat lidarxistin. Di konfransê de nûner û rayedarên rêxistinên Alman jî amade bûn. Piştî xwendina raprê nîqaşên berfireh hatin kirin. Piştre jî Berpirsê rêxistina PYD’ê yê li Ewrupa Zûhat Kobanê axivî û diyar kir ji van nîqaşên berfireh diyar dibe ku karê Rêxistina PYD’ê çiqas li Ewrupa pêş ketiye.

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî axivî û Şoreşa Rojava silav kir û got: “ Em deyîndarê Gelê Rojava ne, ji ber ku wan destaneyên efsanewî yê ku li cîhanê kêm tên dîtin, lidar xistin. Bi wan fedekarî û destanan cîhan matmayî ma. Bi taybet jî di berxwedana Kobanê de. Niha li Bakurê Kurdistanê jî heman berxwedan tê meşandin.”

Di dawiya konfransê de rêveberiyeke nû ji 18 kesan pêk tê hat avakirin. Endaman soz dank u ew bi hemû hêza xwe xebatê bidin meşandin. 


 DUISBURG