
KNK civîna ‘Şêwirdariya Neteweyî’ li dar dixe Di daxuyaniya agahdarkirinê ya ji aliyê KNK’ê ve hate dayîn de wiha hate gotin; “Bi vê amancê me du roj diyar kirine û ji we daxwazê dikin ku beşdar bibin û dîtin û nêrînên xwe digel hêz û kesên neteweyî parve bikin. Di vê civînê de tu dezgeh, kom û komîte nayên avakirin. Çarçoveya civînê bi temamî ”Şêwirdarîya Neteweyî” ye. Em bawer dikin ku ev platform dê bibe zemînê peydakirina çareyên hevgirtina neteweyî. Bi van bîr û hiziran em li hêvîya hewe ne.”
Ji bo rêxistin, partî, kesayetên dixwazin beşdarî civînê bibin navnîşan wiha ye:
Dem: 22-23.10.2011 Saet:10.00
Cih: Beekstraat 25, 3070 Kortenberg
Peywendî:
Navenda KNK ê (Navnîşan li jorin)
Nizamedîn: 0032 487203082
Serkan: 0032 483456216
E-Mail a Teybet:
knkcivin@gmail.com
ANF/BRUKSEL