Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem li Saziya Meclîsa Gel a Demokratîk bi beşdariya bi dehan endam û xebatkarên tenduristiyê civînek berfireh hat lidarxistin. Berî ku civîn destpêbike, beşdarên civînê der barê pêvajoya dawî de nirxandin kirin. Beşdaran di nirxandinên xwe de bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û rewşa tendûrisiyê ya Ocalan û diyar kirin ku ji Ocalan ev zêdetirî salekê ye tu agahî nayên girtin. Di civînê de bêdengiya sazî û dezgehên mafê mirovan û bi taybetî jî Doktorên Sînornenas (MSF) hatin rexnekirin û hat xwestin di vê mijarê de bikevin nav liv û tevgerê.
 Di civînê de li ser rewşa tenduristiya gelê wargehê hat rawestîn û beşdaran bal kişandin ser nexweşiyên ku di demên dawî de pêş ketine. Li hemberî nexweşiyan xebatên xwebatkarên tendûristiyê, tedbîrên werin girtin û xebatên dema pêş yê tendûristiyê hate guftugokirin.
Civîna berfireh a tenduristiyê, weke amadekariyek destpêkê ya ji bo konferanseke tendûristiyê hat lidarxistin û biryar hat girtin ku di dawiya salê de konferansa tenduristiyê ya Wargeha Şehîd Rustem bê lidarxistin. Di civînê de biryar hat girtin ku amadekariyên Konferansa Tenduristiyê were bilêzkirin û ji bo vê yekê komîsyonek were sazkirin.  

DÎHA/MEXMÛR