3. Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd ku li bajarokê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê pêk hat bi dawî bû. Di konferansê de derbarê  çar perçeyên Kurdistanê û yekîtiya Kurdan de biryarên girîng hatin wergirtin.
3. Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd ku li bajarokê Rimêlan  di navbera 26 û 29´ê Adarê de hate lidarxistin bi dawî bû û encamnameya konferansê hate eşkerekirin. Di encamnameya konferansê de hate diyarkirin ku serhildana gelê Kurd ku di 19´ê Tirmehê de li Rojavayê Kurdistanê destpê kir di encama destketiyên kurdan de pêk hatiye. Her weha ciwanan destnîşankirin ku hêzên eskerî yên ne girêdayî Desteya Bilind a Kurd (DBK) rewa nabînin û gotin, "YPG girêdayî DBK ye û hêza rewa ya gelê Kurd e." Di konferansê de ji bo ciwanên ku koçber bûne jî bang hate kirin ku vegerin Rojava û piştgiriyê bidin xebatên sazkirina xweseriya demokratîk. Ciwanan her weha xwestin ku ji bo bîranîna komkujiya Helepçe û Enfalê, 16´ê Adarê weke ´Roja Qirkirinê ya Navnetewî´ were qebûlkirin.

Ji bo tevahiya Kurdistanê biryar


Di konferansê de li ser gelek mijaran û ji bo çar aliyên Kurdistanê biryar hatin girtin. Hat diyarkirin bo pêkhatina kongreya netewî, parastina destkeftiyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê, avakirina sîstema zanîngehan û avakirina hikûmet û parlamentoyê li Rojava têkoşîn bê meşandin û di vê mijarê de li ser partiyên siyasî zext bê kirin. Her wiha li dijî êrîşên Îranê yên li ser ciwanên Kurd û êrîşên li ser jinan jî biryara têkoşînê hate dayîn. Di konferansê de der barê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî biryar hatin girtin.


Biryarên konferansê


Di encama guftugoyan de hin ji biryarên ku di konferansê de hatine wergirtin weha ne:
* Divê hemû ciwanên Kurd li ser hêzên siyasî yên Kurdistanê zextan çêbikin da ku kongreya netewî bê lidarxistin.
* Divê destkeftiyên Kurdistana federal û yên Rojavayê Kurdistanê bêne parastin û xwedî lê bê derketin. Hemû hêzên Kurdistanê bêyî ku bikevin nava siyasetên hizbî pêwîst e piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê.
* Desteya Pispor a Leşkerî ku YPG jî di nav de cih digire û girêdayî Desteya Bilind a Kurd e, pêwîste çalak bibe.
* Desteya Bilind a Kurd îradeya siyasî a gelên Rojava ye. Pêwîste çar parçeyên Kurdistanê piştgiriyê bidinê û rewa bibînin.
* Pêwîst e bi piştgiriya hemû hêzên Kurdistanê sîstema zanîngehan li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin. Ji bo perwerdeya zimanê Kurdî jî bingeha heyî bê xurtkirin.
* Em bang li ciwanên ku ji ber sedemên aborî, ewlekarî û hwd. koçber bûne dikin ku vegerin û di nava şoreşê de cih bigirin.
* Ji bo ku rejîma Baas bê rûxandin em bang li hemû sazî û dezgehên Kurdan dikin ku bi riya ragihandin û aboriyê zextan çêbikin û çalak têbikoşin.
* Daxwaza me ew e ku bi beşdarbûna hemû hêzên siyasî yê Rojavayê Kurdistanê di demeke herî kurt de di bin alekê de hikûmet û parlamento bên avakirin.
* Em wekî ciwanên Kurdistanê hêzên çekdar ên ku di bin sîwana Desteya Pispor a Leşkerî ya Desteya Bilind a Kurd de cih nagirin rewa nabînin. Hewldanên bi vî rengî helwestên dijminane ne û li dijî berjewendiyên gelê Kurd in.
* Em hêzên siyasî yên Kurdan ên ku ax û erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê dikin mijara bazarê, şermezar dikin û vê mijarê wekî xala sor ya xwe dibînin.
* Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê nirxekî gelê Kurdistanê ye. Pêwîst e destkeftiyên vê şoreşê ji aliyê hemû ciwanên Kurdistanê ve werin parastin.
* Em wekî ciwanên Kurdistanê bi çi şêwazî dibe bila bibe, ji aliyên hêzên derve ve destwerdana li ser Rojavayê Kurdistanê wekî dagirkirina Kurdistanê dibînin û li hemberî vê têkoşîn dikin.
* Em ji bo azadiya yek ji Rêberan Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyen zindanan têkoşîn dikin û vê yekê wekî erkekî exlaqî dibînin. Em wekî ciwanên Kurd piştgiriyê didin pêvajoya ku ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.
* Hemû partiyên siyasî pêwîst e ji hêza ciwanan sûd werbigirin û pêwîste ciwan jî di nava partiyan de rola pêşengatiyê bilîzin û bingeha xwe xurt bikin.
* Em wekî ciwanên Kurd, di bin navê ol, mezheb û bîrdoziyên biyanî de arastekirina ciwanan şermezar dikin.
* Em di pêvajoyeke pir hestiyar re derbas dibin, divê ciwanên Kurd di vê pêvajoyê de rola xwe ya pêşeng bilîzin.
* Em li hemberî polîtîkayên rejîma Îslamî ya Îranê hişyarkirina ciwanan weke erkekê dibînin. Li hember kuştin, darvekirin û bêhişkirina ciwanên Rojhilatê Kurdistanê, di warê çandî, siyasî de û ji bo demokratîzekirinê têdikoşin û li ber xwe didin.
* Em wekî ciwanên Kurd ji bo Kurdistaneke demokratîk li hember zîhniyeta pîrsalari (jerontokrasi) û baviksalarî têkoşin dikin.
* Divê ciwanên Kurd ji bo pejirandina destûreke parlamenterî û demokratîk a bi rêya referandûmê li Başûrê Kurdistanê bikevin nava hewldanan.
* Ciwanên Kurd li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst û sermayedarî têdikoşin û ji bo pêşxistina çanda Kurdayetî, civakeke exlaqî û polîtîk kar û xebat dikin, her wiha modernîteya  demokratîk pêş dixin.
* Pêwîst e bi tu şêweyî şerê navxweyî neyê dûbarekirin, hemû alî şerê birakujiyê şermezar bikin û li hemberî vê yekê rawestin.
* Li hemberî qirkirina jinên ciwan û êrîşên wekî, “recim, darvekirin, fuhuş, berdêl, duzewac, di temenê biçûk de zewicandin û sîxe li Îranê” yên li hemberî hemû jinan, wê têkoşîn bê dayîn û ji bo azadiya jinê têkoşîn bê kirin.
* Em wekî ciwanên Kurd komkujiya Parîsê şermezar dikin. Hersê hevalên jin (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez) û jinên Kurd ên wekî Leyla Qasim wekî pêşengên jinan dibînin. Dewleta Feransayê heta bûyer bê zelalkirin em wekî berpirsyar dibînin.
* Banga me ji bo hemû hêzên navnetewî ewe ku kîmyabaran û enfal wekî “Roja qirkirinê ya cîhanê” were naskirin û 16'ê Adarê jî wekî “Roja jenosida navnetewî” bê pejirandin.
* Em wekî ciwanên Kurd ji bo ku navçeyên ji Başurê Kurdistanê hatine veqetandin bi ser Kurdistanê ve bê girêdan û madeya 140’an a Destûra Bingehîn a Iraqê were pratîzekirin, têkoşîn dikin.
* Em ji vê konferansê cudatir, pêkanîna konferanseke din a bi navê sêyemîn konferansa ciwanan bi tu awayî rewa nabînin û hewldanên bi vî rengî şermezar dikin.
* Em her cure êrîşên weke êrîşa li Şengalê ya di 15’ê Tîrmeha sala 2007’an de pêk hatiye û êrîşên li ser kêmnetewên wekî Êzîdî, Elewî û Asûrî şermezar dikin.

* Ger ku di nava salekê konfederasyona ciwanan pêk neyê, em biryar digirin ku 4’emîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd li Ranyayê were lidarxistin.


ANHA/GIRKÊ LEGÊ