Ji ber berxwedana YPG’ê ya li hemberî êrîşan, eleqeya gelê rojavayê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe. Tevgera Ciwanên Şoreşger roja 16’ê kanûnê li bajarê Qamişlo bi dirûşma "Parastina me hebûna me ye" xwepêşandaneke girseyî li dar xist. Bi sedan kesên tevli xwepêşandanê bûn, hêrsa xwe li dijî êrîşên komên çete anîn ziman û piştgirî dan berxwedana YPG’ê. Piştî xwepêşandanê, 15 komên girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger bi merasîmeke fermî tevli nava refên YPG bûn. Bi heman armancê li bajarê Helebê jî 120 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger tevli YPG bûn.
Der barê mijarê de Tevgera Ciwanên Şoreşger li herêma Helebê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de berxwedana YPG'ê ya li hemberî êrîşa komên çete li Serêkaniyê hat silavkirin. Di daxuyaniyê de bangî ciwanên Kurd hate kirin ku ji bo parastina nirx û destketiyên şoreşê wê bi awayekî çalak cihê xwe di nava refên YPG'ê de bigrin.
ANF/QAMIŞLO