Divê destûrek cîhêreng be
Endamê Meclîsa giştî ya Ciwanên Welatparêz, Şêrko Kerkûkî der barê destûra Herêma Kurdistanê ji RojNews re axivî û got: “Nabe ku destûr ji bo parastina desthilatdariyê be. Pêwîst e demokratîk be û di çarçoveya parastina dewlemendiyên civakî, olî û çandî de be. Divê di destûrê de navendparêzî nebe ji ber ku heta niha pergalek bi vî rengî li Iraq û Herêma Kurdistanê rê li ber pirsgirêkên mezin vekiriye. Herî zêde jî herêmên Kurdî yên derveyî Herêma Kurdistanê bi van pirsgirêkan re rû bi rû mane.”
Endamê Meclîsa Ciwanên Welatparêz herwiha balê dikşîne ser rewşa jinan li Başûrê Kurdistanê û diyar dike ku divê jin mafê xwe di destûrê de bibînin. Herwiha dide zanîn ku pirsgirêkên ciwanan jî pêwîst e li ber çavan werin girtin û derfet ji wan re werin afirandin.
Bila Kerkûk jî beşdarî hilbijartinan bibe
Çalakvanekî Rêxistinên Ciwanan li bajarê Kerkûkê, Neberd Ebdîn jî di wê baweriyê de ye ku destûra Herêma Kurdistanê destûreke parlemanî be û wiha dibêje: “Pêwîst e serokê herêmê û hikûmetê bi rêya parlemanê werin hilbijartin. Ji bo îdareya bajarê Kerkûkê jî pêwîst e guhertin di destûrê çêbe.”
Rojnamevanê ji bajarê Kerkûkê, Azad Şekûr jî rexne li destûra niha ya Herêma Kurdistanê dike û dibêje ku destûra heyî tenê di çarçoveyeke hizbî de ye û bila Kerkûk jî di destûra herêma Kurdistanê de cih bigire. Her wiha Azad Şekûr daxwaz dike ku Kerkûk bikare di hilbijartinên parlemanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de cihê xwe bigire. Şekûr wiha dibêje: “Ne guncaw e kesek ku heta niha serdana Kerkûkê nekiriye di destûrê de biryarekê li ser Kerkûkê bide.”
ROJNEWS/KERKÛK