Araba, bi gotina, "Nezanîna vî zimanê herî qedîm ê Rojhilata Navîn şermeke mezin e" balê dikişîne ser sedema hînbûna xwe ya Kurdî. Gamze Yalçin jî diyar dike ku zimanê xwe yê ji ber asîmîlasyonê ji bîr kirî, ji nû ve hîn dibe.
Pêngava fêrkirina Kurdî
Xebatên Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Mêrsînê yên fêrkirina Kurdî dewam dikin. Gelek hemwelatiyên Kurd ên di encama asîmîlasyonê de zimanê xwe ji bîr kirî, ciwanên Ereb û Tirk li komeleyê fêrî Kurdî dibin. Seroka şaxa komeleyê Hêlîn Ergen diyar kir ku berî niha wan 300 kes mezûn kirine. Ergen got, piştî destpêkirina êrîşên dewletê hinek welatî bi fikar û tirs in, newêrin werin komeleyê û wiha axivî: "Ligel hemû zordariyan jî xebatên me wê dewam bikin. Em dê xebatên xwe yên têkildarî pêşvebirina çanda Kurdan û Kurdî jî dewam bikin."
'Nezanîna kurdî şermek e'
Hemwelatiyê bi navê Tarik Araba piştî şerê li Suriyeyê ji Cerablûsê koçî Mêrsînê kiriye. Araba ku bi Ingilîzî, Fransî û Erebî dizane, hewl dide ku hînî Kurdî bibe. Araba li ser sedeman jî got: "Kurdî ji zimanên herî qedîm ên Rojhilata Navîn e û hînnebûna vî zimanî ji bo kesekî ji Rojhilata Navîn şermek e."
'Dewletê bi min da ji bîrkirin'
Gamze Yalçin jî ji Meletiyê ye û diyar dike ku ji ber polîtîkaya dewletê ya asîmîlasyonê zimanê xwe ji bîr kiriye. Yalçin da zanîn ku zimanê xwe ji nû ve hîn bûye û wiha domand: "Dewletê bi salan zordarî li gelê Kurd û Kurdî kir. Li hemberî vê zordariyê divê bi israr em xwedî li Kurdî derkevin." Behrûz Akgol jî ku li KURDÎ-DER'ê ziman hînî xwendekaran dike, derbirî ku ji ber konsepta şer elaqeya li hemberî dersan hinekî qels bûye. Akgol destnîşan kir ku tevahiya xwendekaran Kurd nînin û bi taybetî ciwanên Tirk jî elaqeyê nîşanî Kurdî didin.
MÊRSÎN