Ciwanên Kurd ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan doh ji bajarê Elmanyayê Dortmundê dest bi meşê kir, ber bi Wuppertalê ve doh meşiyan.  Meşa dirêj a 5 rojan, pêr li bajarê Dortmûnd dest pê kiribû. Çalakger êvara heman rojê gihîştibûn bajarê Hagenê. Ciwanên Kurd doh danê sibehê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Hagenê civiyan û dest bi beşa duyemîn a meşa xwe ya dirêj kir.

Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad di çarçoveya kampanya "Azad bike" de meşê li dar dixin, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û îfadekirina daxwaza azadiya Ocalan.


Polîs û faşîstan xwe li ciwanan ranegirt

Di roja duyemîn a meşê de polîsên Elman dest bi krîmînalîzekirina ciwanan kir. Polîsan ji bo demeke kin meş sekinand û bi rêya anonsê gef li ciwanan xwarin. Polîs bê navber dîmenîn meşvanan bi kamerayê digirin û gefê dixwin, ku ew ê ji ber her 'dirûşmeyeke' qedexe ceza bibirrin. Lê belê ciwan guh nadin van gefan û dirûşmên xwe dibêjin.

Faşîstan jî bi wesayitan êrîşî ciwanan kir, ji ber vê yekê meşa dirêj ji bo demeke kin hate sekinandin. Ji ber êrîşê ciwanekî Kurd ji milê xwe birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Polîsên Elman çavên xwe li faşîstên Tirk miç kirin û ciwanekî Kurd binçav kirin, piştre jî berdan. Meşvanan li hemberî helwêsta polîsan çalakiya rûniştinê bi rê ve bir.


Şeva moralê

Li gel zext û zordariyê jî ciwan bi coşeke mezin meşa xwe ya dirêj dewam kir. Roja duyemîn a meşê piştî meşa 25 kîlometreyan, ciwan gihiştin NCDKa Wûppertalê. Ji bo ciwanan dema nûçeya me dihat amadekirin, danê êvarê şeveke moralê dihat lidarxistin. Hunermend Seyda Perînçek jî di şevê de amade bû.


Ji salên bihurî bi hişmettir e

Wesîle Amedya ya 18 salî ji bajarê Elmanyayê Hannnoverê beşdarî meşê dibe. Ew cara 3yan e ku beşdarî vê meşa dirêj dibe. Amedya dibêje, îsal beşdariya li meşa dirêj ji salên bihurî bêhtir e û wiha peyivî: "Ji hevrêyên me yên par di vê meşê de di nav me de bûn, hinek şehîd bûn. Ji ber vê yekê maneya meşa dirêj ji bo me xurttir e." Amedya da zanîn ku ew di meşa dirêj a li dijî Komploya Navneteweyî ya 15´ê Sibatê jî hebû û got, di çalakiyan de têkiliyên hevrêtiyê di çalakiyan de di nava ciwanên Kurd de xurttir dibin. Wê wisa dawî li gotinên xwe anî: "Dostanî, hevrêtî, li vir, li vî cihê ku felsefeya rêberiya me belav dibe, bi pêş dikeve. Bi hevrêtiyê, em hefteyek jî be, xwe ji modernîteya kapîtalîst a li ser me tê fez kirin, xwe xilas dikin. Em hefteyeke komunal, azadîxwaz derbas dikin, em xwe dibin, bi xwebûna xwe re dibin.’’


  HAGEN