
Hunermendê kurd Ciwan Haco klîbeke nû kişand. Strana ku gotin û muzîk a Haco ye, bi navê ‘Gotin Sar Dibin’ hat weşandin. Derhêneriya klîba nû ya hunermend, ji aliyê Ayhan Evcî ve hatiye kirin û li Ewropayê hatiye çêkirin. Tişta balkêş ew e ku dîmenên klîba nû ya Ciwan Haco bi kameraya mobile ya Iphone hatine kişandin. Ciwan Haco di sala 1957’an de li bajarê Tirbespiyê yê rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, ji 17 saliya xwe ve stranan dibêje. Haco di sala 1979’an de ji Kurdistanê derket û li Ewropayê dijî. Hunermend Ciwan Haco niha 16 albûm çêkirine û di fîlma Hiner Salîm a bi navê Dol de jî rol girtiye. Ev fîlm di sala 2007’an de hatibû çêkirin.
AMED