Ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li ciwanên Kurd hemûyan kirinn ku beşdarî berxwedana li dijî dagirkeriyê bibin.

Tevgera Ciwanên Mexmûrê û Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê piştî ku kongreya xwe ya 2’emîn lidarxistin, li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, li Salona Konferansê daxuyaniyeke çapemeniyê dan û êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê Endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Mexmûrê Leheng Kara ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de weha tê gotin: “Em wek ciwanên wargeha Mexmûrê ji vir bang li tevahî ciwanên Kurd û Kurdistanê dikin, bi taybetî jî ciwanên ku berê xwe dane metrepolên Tirkiye û Ewrûpayê, û dibêjin, vegerin beşdarî berxwedana rûmetê ya li rojavayê Kurdistanê bibin. Da ku em xaka xwe ji tevahî dagirker û faşîstan paqij bikin. “

   

 ROJNEWS/MEXMÛR