RÛBAR OREMAR / ANF/QAMIŞLO
Beşdarên Konferansa Ciwanên Şoreşger li ser encam û naveroka konferansê peyivîn. Ciwanan diyar kir ku ew ê bi ruhê şoreşa 8 salan berxwedana xwe mezintir bikin û bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mejiyê DAIŞ‘ê ji nava civakê rakin. Bi beşdariya 500 delegeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dirûşma ‘Li ber xwe bidin û faşîzmê hilweşînin’ li bajarê Qamişlo 15’ê Nîsanê konferansa xwe li dar xist. Ciwanên ku tevlî konferansê bûn, li ser rêveçûn û encamên konferansê peyivîn.
Armanc rizgarkirina Efrînê ye
Ji beşdarên konferansê, endamê Komîteya Werzîşê ya Hesekê, Alan Bêkes diyar kir ku yek ji rojeva wan a sereke rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriyê bû û got; “Ciwan wê bi rengekî xurt ji bo vê armanca xwe bixebitin.”
Ji rêveberên rêxistina ciwanan a Hesekê Hêlîn Mistefa jî diyar kir ku wê ji bo berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Ocalan, rabin ser piyan.
Em nifşekî nû biafirînin
Endamê rêxistina ciwanên Dêra Zorê, Ehmed Îsa yê Ereb jî got; “Bi vê konferansê, em ciwanên Ereb, em ê xwe ji nû ve bi rêxistin bikin. Ji ber ku ciwanên me heta niha di nava şerê taybet de hatine bişaftin. Lewma wezîfeya me ew e ku em nifşekî nû biafirînin.”
Em ê mejiyê DAIŞ’ê ji holê rakin
Endama Komîteya Werzîşê ya Dêra Zorê Xewla Selmo jî dibêje, “Piştî ku Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ‘ê hate rizgarkirin, wan zend û bend badane da ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li nava gund û bajaran belav bikin û mejiyê DAIŞ’ê bi temamî ji herêma xwe derxînin.”
Endamê rêxistinbûna ciwanan a Şeddadê Yamin El Hilo jî got, ew ê li gorî ruhê serdemê xwe bi rêxistin bikin.