Gelek ciwan ji nava komên çete yên ser bi Artêşa Tirk a bi navê Diri El-Firat a beşek ji xaka Sûriyê dagirkirî, vediqetin. Bi dehan ciwanên ji çeteyan vediqetin dibêjin, ew ji aliyê Artêşa Tirk ve hatin xapandin û derbasbûna Artêşa Tirk a nav xaka Sûriyeyê wekî dagirkerî pênase kirin. Hinek ji ciwanên ji çeteyên Tirkiyeyê veqetiyane sedema veqetandina xwe vegotin û bang li ciwanên di nava çeteyan de kir ku ji rêya şaş vegerin û dev ji çeteyan berdin.
Ciwanê bi navê Ebduletîf Ebdulah yek ji wan ciwanan e û got, dema di nava çeteyan de bû xwe wekî pêxwasên Erdogan û Tirkiyeyê dîtin û wiha peyivî: “Ti giringî ne didan welat û doza welat. Komên çete tenê ji bo pêkanîna berjewendiya Tirkiyeyê û AKP’ê tevdigerin.”
Şêx Mûsa tevlî nav refên QSD’ê dibe
Ciwanê bi navê Mihemed Ebulrehman Şêx Mûsa yê ji Tebqayê, di nava çeteyên Tirkiyeyê de xebatên tenduristiyê dikir. Mûsa got, çeteyan digot, ew ê xaka Sûriyê rizgar bikin û wiha dewam kir: “Ji ber van îdîayên wan em tevlî wan bûn. Lê derket holê ew ên dagirker in, malên welatiyan talan kirin û gelê me koçber kirin. Ji ber van sedaman ez ji wan veqetiyam.”
Şêx Mûsa da zanîn ku niha piştî ku ew ji çeteyan xilas bûye, dixwaze tevlî nav refên QSD’ê bibe û cihê xwe di rizgarkirina bajarê Tebqayê de bigire.
Mihemed Nûr El-Şamalî jî di nava çeteyên Feyleq El-Şamê de bû, wî got: “Armanca çeteyên ser bi Artêşa Tirk dagirkirina Minbicê bû, ji ber wê ez ji wan veqetiyam.”
Ciwanê bi navê Mihemed Receb Drad ê ji gundê Toxara Mezin ê Minbicê jî got, ew bi vegera welatê xwe û nava xizmên xwe gelek şa bûye.
Ciwanê bi navê Emîr El-Cima got, “Komên çete ji bo Erdogan û berjewendiyên wî şer dikin. Armanca wan ne çareserkirina doza gel û rizgarkirina Sûriyê ye.”
Ciwanan bang li kesên di nava çeteyan de kir ku vegerin û got, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê (MLM) bi awayekî baş pêşwaziya wan kiriye. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 18’ê Adarê daxuyaniyek dabû, bang li ciwanên di nav çeteyan de kir da ku vegerin û destnîşan kir ku heger xwestin dikarin cihê xwe di nava MLM´ê de bigirin.
MINBIC