Greva birçîbûnê ji aliyê YXK Berlîn û ciwanên PYD ê ve hatiye burêkxistinkirin û 25 ciwan beşdar dibin. Greva birçînbûnê ya ciwanên Kurd duh saet di 14.00 an de dest pê kir. Di çalakiyê de bi giştî 25 ciwanên Kurd, Alman û Tirk jî beşdar dibin.

Li dû qedandina çalakiya greva birçhîbûnê wê meşek ji Brandenburger Torê heta Alexander Platzê be lidarxistin û çalakî herwisa bi dawî bibe.

Derbarê çalakiya greva birçîbûne ya ciwanan de endamê rêxistina YXK Berlîn û berdevkê çalakiyê Paul Martîn ji rojnameya me re wiha axivî: “Em ji duh nîvro ve li vir in. Em polîtîkaya şerî ya dewleta Tirk protesto dikin. Herwisa em dixwazin dawî li şerê li dijî gelê Kurd bê anîn. Pê ve girêdayî em daxwaza azadiya serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û em demildest rakirina qedexeya li ser PKK ê ya li Almanya û tevahiya Ewropayê jî dixwazin. “


Polîtîkayên Elmanyayê jî protesto dikin

Paul Martîn  destnîşan kir ku ew herwisa  polîtîkaya hikûmeta Almanya jî proteto dikin û wiha berdewam kir: “Ew li alîkariya dewleta Tirk berdewam dikin, ew 3 milyar euroyê ku li ser navê penaberan şhandin, wê ji bo şerê li dijî Kurdistanê bê bikaranîn. Lê em baş dizanin dê ev şerê li ser dijî Kurdan bibe sedem ku hîna gelek kes ji warên xwe koçber bibin.  Ne tenê li herêmên Kurdistanê wisa jî li Stenbol û bajarên din jî li ser Kurdan terora dewletê heye, êrîş hene, sivîl tên kuştin zarok, kal û pîr tên kuştin. Li ser medya jî zexta dewletê di asta herî bilind de ye.Ev çalakiya me helbet li gorî gel û ciwanên li Kurdistanê, li Cizîr û Amedê li ber xwe didin, lebateke biçûk e, lê emê wiha bala raya giştî û gelê Alman jî bikişînin ser şerê qirêj yê li dijî gelê Kurd. Herwisa li dû vê çalakiyê emê bi xebatên cûrbucûr li çalakiyên xwe berdewam bikin.”



YEKO ARDIL/BERLÎN