Ciwanên Kurd li dijî tecrîdkirina rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin meydanan.
Li bajarê Bochûm ê Elmanyayê ciwanên Kurd bi meşekê tecrîda giran a li ser Ocalan protestokirin û bal kişand ser grevên birçîbûnê.Ciwanên ku bi guleyên hewayî meşiyan dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Bijî Ocalan’ berz kirin.
Ketin avahiya televîzyona WDR’ê
Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst li bajarê Bîelefled ê Elmanyayê jî li avahiya televîzyona WRD’ê çalakiyek kirin.
Bi dehan ciwan ketin avahiya televîzyona WDR’ê ya li bajarê Bîelefeld ê.Ciwanan anî ziman ku armanca wan piştgirîkirina grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ên li dijî tecîrdê ne.Ciwanan daxwaz ji televîzyona WDR’ê kir ku helwestekî zelal nîşan bidin û mijarê têxin rojeva xwe.
NAVENDA NÛÇEYAN