Kobanê ya ku bû bajarê yekemîn yê pêşengê şoreşa Rojava, beriya vê 35 salan dîsa bû bajarê yekemîn yê ku tevgera azadiya Kurdistanê himbêz dike. Dema ku Tevgera Azadiya Kurdistanê di sala 1978’an de hat avakirin û dest bi pêvajoya têkoşînê kir, di mijara afirandina şert û mercên dewamkirina vê têkoşînê de, bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ma. Her çend ev têkoşînê ji Bakur destpê kiribe jî, lê ne tenê ya Bakur bû. Ew têkoşîna hemû Kurdistanê bû. Di her qonaxa vê têkoşînê de bi tevlîbûnên ji çar aliyên Kurdîstanê ev yek eşkere bû. Ji ber ku xaka Bakurê Kurdistanê bi temamî di bin dorpêça zilmkaran de bû, ji bo parastin û berdewamkirina şoreşê, pêwîstî bi liv û tevgerên cûda hebû. Ji bo bihêzkirina hîmê vê têkoşînê jî, Rojavayê Kurdistanê wê malovaniya pêşengên vê têkoşînê bikirana.

Bi baweriya ku ev beşê biçûk yê welat ji bo himbêzkirina şoreşa Bakur amade ye, 1’ê Tîrmeha sala 1979’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî Ethem Akça û çend xortên din, derbasî Kobanê bûn û li vir hîmê têkoşîna azadiyê danîn. Ocalan di ser Kobanê re, dengê şoreşa Kurdistanê li her devera cîhanê belav kir.
Di nava demeke kurt de, êdî ne tenê Kobanê, her bajar, navçe û gundên Rojava mirov bi xweşbînî pêşwaziya tevgera azadiyê û rêberiya wê kirin. Gelê Rojava bi ximbêzkirina têkoşîna azadiyê êdî bû hêza wê ya sereke.
Destpêkê bi vekirina deriyên malên xwe, paşê jî bi dayîna alîkariya madî xwedî li şoreşa Bakur derket. Lê bi demê re û bi taybet piştî pêngava 15’ê Tebaxa sala 1984’an gelê Rojava ji bo rêxistinkirina hêza gerîla ji her alî ve piştgirî da. Ew çîrûska şoreşê, ew gavên destpêkê hêvî da gel. Di wan rojên zor û zehmet ê tekoşînê de baweriya xwe pêkhatina şoreşeke mezin, yekbûna Kurdistanê, azadiya hemû Kurdistanê anîn û bi vê baweriyê bûn êniyeke herî bi hêz a şoreşê. Bi hezaran keç û xortên vê beşê welatê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û jiyana xwe ji dest dan. Kobanê warê şoreşgerên mezin Şîlan, Dîcle, Sadiq, Dilovan, Şervan û bi sedan lehengên din.
Rojava her tim bû kedkarê dozê û di rêza herî pêş ya têkoşînê de cihê xwe girt. Gelê Rojava, di wê zanebûnê de bû ku têkoşîna azadiyê ya li Bakur dihat birêvebirin, di heman demê de wek doza bidestxistina azadiya tevahiya Kurdistanê ye. Çawa ku niha tevahiya gelê Kurd şoreşa Rojava wek şoreşa xwe dibînin. Dîsa gelek baş dizanîbû ku rêya têkoşînê dûr û dirêj e û bedelên mezin dixwaze. Her wiha di wê ferqê de bû ku têkoşîna azadiyê ne perçekirî û dem kurt e, ev têkoşîn xwe dispêre hêza mirov û civakê. Di heman demê de jî xwedî plan û armanc e; xwedî wî hesabî ye ku wê kengî û li ku çawa tevbigere. Ji xwe ji ber ku wiha hat kirin, di roja me ya îro de, êdî gelê Kurd beyî ku bikeve nava dudiliyê de, dikare ji bo mafên xwe bidest bixe têbikoşe.
Di ser vê pêvajoya ku gelek encamên binirx derxistin holê, tam 35 sal derbas bû. Kobanê ya ku ji wê rojê ve, beyî ti hesaban bike, bi comerdî cihê xwe di nava têkoşînê de girt û bi sedan keç û xortên xwe yên herî bedew da şoreşa azadiya Kurdistanê, îro berhemên vê fedekariya xwe berhev dike. Kobanê ya ku weke şoreşa li Bakûr, derî li şoreşa Rojava vekir, îro ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelê herêmê bingeha jiyaneke nû datîne. Kobanê  bûye keleha berxwedanê û deriyê hêviyan.
Kobanê çawa ku berê himbêza xwe ji şoreşê re vekir, îro jî pêşengiya yekîtiya netewî dike, her du aliyên Kurdistanê ku sînorên dagirkeran hatiye parçekirin, dike yek. Bi rakirina van sînoran li hemberî hemû sînoran û astengiyan serî hildide. Îro, hem ji devera ku Ocalan û hevalên wî tê re derbasî Kobanê bûn, bi sedan ciwanên Bakurê Kurdistanê, mîna ku bêjin, parastina rûmeta Rojava deynê stûyê me ye, berê xwe didin Kobanê. Êdî bi sedan keç û xortên Bakurê Kurdistanê di eniyên berxwedanê yê Rojava de cihê xwe girtine û canê xwe ji bo azadiya vî beşê welat feda dikin. Ev bajarê biçûk yê Rojavayê Kurdistanê ew çendî hêja û layîqê vê xwedîderketinê ye.
Ev bajarê ku bêtirî salekê bi ambargo û êrîşan hatiye dorpêçkirin û ji 2’ê Tîrmehê ve rastî êrîşa yek ji rêxistina herî hov ya cîhanê tê. Kesên ku rastiya Kobanê û xelkê wê nasnedikirin, difikirîn ku ew ê jî mîna Mûsilê di nava çend rojan de têk biçe û li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê serê xwe bitewîne. Ji bo bi destxistina Kobanê hefteyek dem destnîşan kiribûn, lê hesabên van derdoran bi ti awayî lihev nehat. Ji wê rojê ve xelkê Kobanê, bi zarok, jin, ciwan, pîr û kalên xwe rabûn ser piyan û cihê xwe di nava berxwedana rûmetê de girtin. Yên Kobanê baş nas dikin, li bendê bûn ku xelkê vî bajarî bibe xwedî helwesteke wiha.
Lewra 19’ê Tîrmeha sala 2012’an, cara yekemîn li Rojavayê Kurdistanê, gelê Kurd ji Kobanê dest bi şoreşa rizgariyê kir. Ev pêngava dîrokî biryardarî û vîna azad ya Kurdan nîşanî tevahiya cîhanê da. Mirovên ku bi zanebûna têkoşîna azadiyê hatibûn perwerdekirin, beyî ku li benda fermana ti alî bimînin, pêşveçûnên heyî di asta herî baş de nirxandin û li bajarê Kobanê pêngaveke mezin dan destpêkirin. Bi vê pêngavê re, êdî şoreşa Rojava derbasî pêvajoyeke nû bû. Rastiya herî berbiçav ya vê pêvajoyê jî ew bû ku sedem û encam çi dibin bila bibin, wê gav ber bi paşde neyên avêtin. Rojava ji tevahiya cîhanê re ragihand û wiha got; “Ez li vir im, ez heme û ezê hebim.” Û bi yekê re jî peyama destnîşankirina paşeroja xwe da.
Hêvî Anî, Kendal Dewran, Denîz Cûdî, Serxwebûn Dogan, Hogir Xerzan û gelek şervanên din, di nava çend rojên derbasbûyî de, li Kobanê jiyana xwe ji dest dan. Wan bi vê lehengiya xwe, têlên rêsayî yên ku dagirkeran li Kurdistanê danîbûn, bê wate kirin û rakirin. Ew bûn sembola hevkariya netewî ya di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de. Çawa ku hevalên wan yên ji Rojava di salên 90 û pê re sînor derbas kirin û li Botan, Amed, Mêrdîn, Xerzan, Dêrsim û her bihosta Bakurê Kurdistanê canê xwe feda kirin.
Gelê Rojava ku germahiya şoreşa xwe li tevahiya Kurdistanê belav kir, bûye destkeft, hêvî û rûmeta mirovahiyê. Eger îro li seranserê Kurdistanê hebûna Kantonên Cizîrê, Koban û Efrînê li ser zimanê her Kurdekî ye û bûye çavkaniya hêza serkeftinê ya hemû beşên Kurdistanê, bêguman ev bi saya berxwedana bi sedan lehengan pêk hatiye. Ev serkeftin bi saya helwesta bi rûmet û yekîtiya hemû Kurdistanê pêk hatiye. Êdî Rojava bûye hesta hevbeş ya Kurdên Bakur, Başûr û Rojhilat. Şoreşa Rojava, şoreşa Amedê ye, şoreşa Mahabad e, ya Hewlêrê ye û ya hemû Kurdistanê ye. Kobanê deriyê şoreşê li hemû Kurdan vedike…