Ji bo xwedîderketina li berxwedana rojiya mirinê û grevên birçîbûnê, li Ewrûpayê çalakî dewam dikin. Li Koln, Parîs û Baselê bi çalakiyan peyama em bi çalakgeran re ne hat dayîn.
Li bajarê Elmanyayê Kolnê, komek ji ciwanên Kurd û Înternasyonal daketin meydanan û rojiya mirinê ya ku pêr dest pê kirî, silav kir.
Ciwanan li Keuptstrasseyê rê li çûnûhatinê girt, aleke mezin a PKK’ê, alên MLKP’ê û wêneyên Ocalan hildan. Di çalakiyê de meşale hatin hilgirtin û fîşekên hewayî hatin teqandin.
Young Struggle jî çalakî kir
Li paytexta Fransa Parîsê, ciwanan li şaxê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî çalakiyek kir û bi rayedaran re rûniştin. Rêxistina Ciwanên Sosyalîst (Young Struggle) jî tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de li ser berxwedana grevên birçîbûnê agahî hatin dayin.
Li bajarê Basel ê Swîsreyê, ji bo xwedîderketina li berxwedana greva birçîbûnê çalakî hate lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Platforma Piştevaniyê ya Grevên Birçîbûnê li Barfusserplatzê pêk hat. Li ser berxwedêrên greva birçîbûnê belavok hatin belavkirin.