
Ciwanên Kurd li bajarê Elmanyayê Wuppertalê civiyan û di çarçoveya kampanyaya ‘Azad bike’ de şevek li dar xist.
Şevê bi rêzgirtinê dest pê kir. Li salonê pankartên li ser nivîsandî “Serok Apo Kurdistan e, jiyan e; Azad bike”, “Bi Pêşengiya Jinên Ciwan em ê Serok Apo azad bikin” û “Bi ruhê Kemal Pîr û Hakki Karer, li dijî faşîzma AKP’ê, bijî Yekîtiya Ciwanên Navneteweyî” hatin daliqandin û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Kurdistan” û “Şehîd namirin” hatin gotin.
Di şevê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê hate kirin. Li ser navê Tevgera Jinê Ayten Sunger, li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Fatma Ozer û li ser navê Tevgera Ciwanan jî Gelhat Firat û Dîlan Senday axivîn.
Nûnerên ciwanan diyar kir, ku çalakiyên kampanyaya ‘Azad bike’ wê dewam bikin û got, “Weke gelê Kurd, em di pêvajoyeke gelekî girîng de ne. Helwêsta me wê bibe bersiv ji vê pêvajoya krîtîk re. Rûniştin li me nayê, Pêwîst e em di pêvajoyeke bi vî rengî girîng de, rêxistinbûnê esas bigirin û têkoşînê xurt bikin.”
Piştî axaftinan Xelîl Xemgîn, Celovîz, Grûp Mayrîk, Fîraz Rojava û koma govendê derketin ser dikê. Şevê bi govenda ciwanan heta derengiyê dewam kir.
WUPPERTAL