
Li bajarên başûrê Franseyê Montpellîer û Marsîlyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Ev çalakî di çarçoeya hemleya çalakiyan a ciwanên Kurd de bi rê ve çûn.
Meşa li Marsîlyayê bi pêşengiya Ciwanên Azad pêk hat û sîstema tecrîdê ya Îmraliyê û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava jî hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Bi sedan kesî, bi gotina dirûşmên “Hezar silav ji Îmraliyê re” û “Bijî Şoreşa Rojava” ev armancên çalakiyê îfade kirin.
Meşa ku bi şiyara “Em bi ruhê 15’ê Tebaxê Rêber Apo azad bikin” pêk hat, ji meydana Canebiere dest pê kir. Kurdistanî bi gotina dirûşman heta bi Vieux Portê meşiyan ku bendergeha herî kevin a Marsîlyayê ye. Di meşê de pankarta li ser nivîsandî “Li Kurdistanê komkujiya Efrînê. Doh DAIŞ îro Tirkiye...” hate hilgirtin û posterên Ocalan, alên Ciwanên Azad û PKK’ê hatin hildan.
Meş li bendergeha Vieux Portê veguherî mîtîngê. Mîtîng bi rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Bi navê Ciwanên Azad û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê axaftin hate kirin.
‘Bijî Serok Apo’
Li bajarên Montpellierê jî Kurdistanî ji bo azadiya Ocalan meşiyan. Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), Kurdistanî li Parka Peyrou Pitotê civiyan û heta bi meydana Comedie ya li navenda bajêr meşiyan.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin, piştî rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan, daxuyanî hate dayin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Azadî ji bo Ocalan” hatin gotin.
MARÎLSYA