
Ciwanên ji Başûr li bajarokê Bazyanê yê ser bi Silêmaniyê, bi daxwaza ‘Ji Ocalan re azadî’ meşeke ji bo 2 rojan dan destpêkirin. Asayîşê Li Tasluceyê pêşî li ciwanan girt.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Şoreşger di çarçoveya pêngava ‘Serî hilde’ de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşeke du rojan li dar xist. Meşê ji bajarokê bi navê Bazyanê yê ser bi Silêmaniyê dest pê kir û wê li Silêmaniyê bi dawî bibe. Ciwan bi vê meşa xwe tecrîdkirina Ocalan protesto dikin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kurdistanê, Erdal Engîn diyar kir ku ew ji bo azadiya Ocalan vê meşê li dar dixin û got, “Em tecrîdkirina Rêber Apo qebûl nakin. Divê dewleta faşîst a Tirkiyeyê tecrîdkirina Rêber Apo rake û dev ji êrîşên li dijî axa me berde.”
Ciwanan xwest ji du milan, bajarokên Bazyan û Erbetê dest bi meşê bikin. Lê meşa li Erbetê ji aliyê asayîşê ve hate astengkirin û destûr nedan meşê. Li gel astengî û qedexekirinan ciwanan diyar kir ku ew ê bimeşin. Ev meşa du rojan, çav li rê bû ku îro li Parka Silêmaniyê, Baxê giştî bi dawî bibe. Lê ciwan hatin astengkirin.
Asayîşê ciwan asteng kirin
Nuqteya asayîşa Taslûce ya ser bi Silêmaniyê, dema nûçeya me dihat amadekirin destûr nedida ciwanên ji bo azadiya Ocalan dimeşin, bikevin bajarê Silêmaniyê.
Ciwanan ji bo meşê ji asayişa Silêmaniyê destûr girtine. Baskê duyem ê meşa ciwanan ê ku ji bajarokê Erbed ê Silêmaniyê destpê kirî, ber bi navenda Silêmaniyê ve didome.
Hêjayî gotinê ye ku ev meşa ciwanan di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ ya ji bo azadiya rêeberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye de ye û sibe wê li Baxê Giştî yê Silêmaniyê bi dawî bibe.
SILÊMANÎ