Li navçeya Şirnexê Silopiyayê, pêgera hewayî ya keşfê ya hêzên dewleta Tirk, li taxa Şehîd Harûn a Silopiyayê hat xistin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li taxa ku xwerêveberî lê hatiye ragihandin, ciwanan pêgera hewayî ya keşfê ya dewleta Tirk ji ber ku sînorê ezmanên wan binpê kir, xistin xwarê. Xistina vê pêgera hewayî di medya civakî de bi serenavê “Heron a meydana hewayî ya xwerêveberiyê ya Silopiyayê binpê kir, hat xistin” hat weşandin. 

Li navçeya Amedê Sûrê jî doh li taxa Hasirliyê drona polîsan ji aliyê welatiyan ve hat xistin. 


 ŞIRNEX/AMED