
Bi dirûşmeya “Ji bo azadiya Rêber Ocalan serî hilde” Yekîtiya Ciwanên Rojava meşên dirêj organîze dike. Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê, ji bo diyarkirina rewşa ewlehî û siheta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîdê, çalakî didomin.
Di çarçoveya hemleya “Serî Hilde” de ya ku ji aliyê Koordînsayona Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ve hatiye destpêkirin, meşeke dirêj ji bajarê Dêrikê ber bi Qamişlo ve hate organîzekirin. Du meşên din jî bi heman rengî ji Hesekê û Serê Kaniyê dest pê kir û wê li Qamişlo bi dawî bibin. Meşa ji Dêrikê wê di bajarên Qamişlo, Girkê Legê, Rimêlan, Çil Axa û Tirbespiyê re derbas bibe.
Bi armanca destpêkirina meşa li Dêrikê, bi sedan ciwanên kantona Qamişlo li ber navenda ciwanan a bajarê Dêrikê ya Şehîd Bawer kom bûn. Ciwanan cilên bi wêneyên Ocalan û alên PKK‘ê li xwe kiribûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YCR‘ê û pankartên bi nivîsên “Serî Hilde” hilgirtin û paşê daxuyaniyek dan.
Em ê bê deng nemînin
Daxuyanî li ser navê Rêveberiya Akademiya Ciwanan a Şehîd Baz hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ” Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan a bi destê hikûmeta AKP‘ê, her wiha, êrişên li dijî gorên şehîdan û girtina siyasetmevanên Kurd û li aliyekî din jî êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê, dewama komploya li dijî azadî û aştiyê ye. Em wekî ciwanên Rojava soza domandina têkoşînê didin gel û rêberê xwe. Heta ku rewşa Rêberê me neyê zelalkirin em ê têkoşîna xwe nedin rawestandin. Em ê li hemberê êrişên hovane yên dewlata Tirk li dijî gelê Kurd û doza wê, bêdeng nemînin.”
Ciwanan da zanîn ku meşa wan wê 6 rojan dewam bike û ev bang kirin, “Em bang li gelên xwe û tevahî ciwanan dikin ku beşdarî meşê bibin da ku tecrîdkirina Rêberê me bi dawî bibe.”
Piştî xwendina daxuyaniyê meşê dest pê kir û di nava kolanên bajarê Dêrikê geriya û ber bi gundê Xanê Serî yê ser bi herêma Koçbera bi rê ket. Îro meş ber bi Rimêlan ve bi rê dikeve.
Ciwan ji Hesekê jî dimeşin
Ciwanên bajarê Hesekê ji bo piştgiriya pêngava “Serî hilde” ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Çerxeriya Sebax a bajarê Hesekê ber bi bajarê Qamişloyê ve ketin rê.
Meşa ciwanan hetanî ku bigihêjin bajarê Qamişlo wê 6 rojan dirêj bike. Rojane wê 15 kîlometreyan li ser lingan bimeşin û di dawiya her rojekê de wê agir pê bixin.
Ji rêveberên Yekîtiya Ciwanên Rojava Ardar Kobanê bal kişand ser wê yekê ev çalakiya hanê ji bo kiryarên dewleta dagirker a Tirkiyeyê bersiv e û got: “Wê ciwanên Herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo kom bibin û di roja dawî de çalakiyekê organîze bikin. Ji herêma Serêkaniyê û Dêrikê jî di çarçoveya heman çalakiyê de ciwanan daye rê û berê xwe dane bajarê Qamişloyê.
Hersê meşên dirêj ên ciwanên Herêma Cizîrê wê di 27’ê mijdara 2017’an de li bajarê Qamişlo bigihjin hev.
NAVENDA NÛÇEYAN