Li  Hambûrgê, bi pêşengiya Ciwanên Azad li ber stasyona trenê ya navendî çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiya ku şanoyek hat pêşandan de, bal hat kişandin ser êrîşên faşîst ên dewleta Tirk li Kurdistanê û hevkariya dewleta Elman bi dewleta Tirk re.

Ciwan êvara Pêncşemê di dema herî qelebalix de ketin hundirê stasyona trenê ya navendî, pankart vekirin û dirûşme qîriyan. Paşê daxuyanî hat xwestin û li ser êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li hemberî Sûr, Hezex, navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê agahî hat dayîn. Ciwanan dan xuyakirin, ku weke ciwanên Kurdistanê ew ê ti carî li hemberî vê bêdeng nemînin û destnîşan kirin, hevkariya hikûmeta Elman bi Erdogan re nayê qebûlkirin. 

Ciwanan dûre lîstikeke şano pêşkêş kirin. Her wiha bi sedan belavok belav kirin.

Ji bo xatirê berjewendiyan...

Li Stûttgartê ciwanan li nava bajêr lîstikeke şano pêşkêş kirin û bal kişandin ser komkujiya li Kurdistanê.

Ciwanan di vê lîstika xwe ya şano de wehşeta li jêrzemînên li Cizîrê, êrîşa li hemberî koma bi alên spî hewl dida cenazeyan û birîndaran rake, vegotin.

Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin, ku rejîma AKP/Erdogan li dijî Kurdan şerê tinekirinê dimeşîne û danûstandinên Serokwezîra Elmanyayê ji bo xatirê berjewendiyên xwe bi Erdogan re, hatin şermezarkirin.


Bi şano anîn ser ziman

Endamên Ciwanên Azad pêr êvarê li ber Dêra Domê ya li bajarê Kolnê, ji komkujiyên li Kurdistanê ji raya giştî ya Elman û Ewropayê re vebêjin, şanoyek pêşkêş kirin.

Ciwanan berxwedana xwerêveberiyê û vîna gel silav kirin û bi vê pêşandana şanoyê re terora dewleta Tirk şermezar kirin. Di heman demê de ciwanan li ser rewşa li Kurdistanê belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin û bersiv da pirsên biyaniyan. Çalakiyê bi qasî saetekê dewam kir û bi qîrîna dirûşmên “Bijî Berxwedana Cizîrê”, “Kujerê jin û zarokan; Erdogan” bi dawî bû.


Kon hat vedan 

Li aliyê din, li Kleve-Emmerîchê, bi armanca şermezarkirina êrîşên AKP’ê yên ji bo qirkirina Kurdan, encamên Ciwanên Azad li Geldernê kon vedan. Li binê vî konî tevahiya rojê belavok hatin belavkirin û bal hat kişandin ser berxwedana xwerêveberiyê. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû. 


 NAVENDA NÛÇEYAN