
Şervanê YPG yê enternasyonalîst yê Ingilîz Joshua Walker, ku par li Rojava di nav refên YPG´ê de li dijî DAIŞ´ê şer kiribû, di doza li dijî wî de hatibû vekirin, beraet kir.

Joshua Walker yê Ingilîz xwendekarekî 27 salî ye û par qederê 7 mehan di nav refên YPG´ê de li Rojavayê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ´ê şer kir. Walker, dema ku ji Rojava vegeriya bi hatibû binçavkirin, paşê jî bi ser mala wî de hatibû girtin. Di serdegirtina malê de pirtûkek bi navê "The Anarchist Cookbook (Pirtûka dest a Anarşîstî)" hatibû dîtin, doz lê hatibû vekirin. Dozger xwest ji 3 heta 10 salan cezayê girtîgehê lê were birrîn. Walker kanûna bihurî dema vegeriya welatê xwe li balefirgehê hatibû binçavkirin; piştre jî bi ser mala wî de hatibû girtin. Hingê hem ev miamele û hem jî doz weke çavtirsandina Ingilîzên tevlî nav refên YPG´ê dibin hatibû şîrovekirin.
Doz ket
Pêr dema doz bi rê ve çû, tevahiya 12 endamên juriyê gihiştin wê qeneetê ku ti sebeb nîne ku doz were vekirin. Bi biryara yekdengî ya tevahiya endamên juriya dadgehê Josua Walker beraet kir.
Parêzer got, pirtûka ku ji ber wê qaşo doz hatiye vekirin, serbest dikare bê çapkirin, firotin û kirîn, û da zanîn ku vekirina dozê bi temamî şaş e.
Walker bi xwe ji ber encamê şad bû û got, ew gelekî rehet bûye, ji ber ku endîşeya wî hebû, qanûnên qaşo li dijî terorê ne li dijî terorîstan û alîkarên wan lê li dijî dijberên wan bên bikaranîn.
Rastî êrîşa balafirên Tirk hatibû
Walker hevalê şervanê şehîd ê Ingilîz ê YPG´ê Ryan Lock bû. Joshua Walker li êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê jî şahidî kiribû. Di êrîşa balefirên şer ên Tirk de Walker bêyî ku birîndar bibe, filitîbû.
LONDON