Li paytexta Ingilîstanê Londonê endamên Ciwanên Azad li ber Sefaretxaneyên Bilind ên Elmanya û Tirkiyeyê êriş û dijberiya herdu hikûmeta a li dijî Kurdan şermezar kirin.

Ciwanan dirûşmên "Dewleta Elman a faşîst, polîtîkayên xwe yên krîmînalîzekirinê biqedîne", "Kurd aştiyê dixwazin, Kurd edaletê dixwazin" gotin û belavok belav kirin.

Ciwanan, girtina bi dehan siyasetvanên Kurd ên li Elmanyayê protesto kir û pankarta bi nivîsa "Ji siyasetvanên Kurd re azadî" hilgirt.

Ciwanan dosyayek li ser polîtîkayên krîmînalîzekirina siyasetmedarên Kurd radestî rayedarên Sefaretxaneya Bilind a Elmanyayê kir. Ciwanan piştre berê xwe da avahiya Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê û êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê şermezar kirin.


Dewleta Tirk sûcê şer kiriye

Li bajarê Elmanyayê Hamburgê jî, bi pêşengiya Ciwanên Azad ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.

Meşê ji Hachmannplatzê destpê kir û heta Jungfernstiegê dewam kir. Di axaftinên li vê derê de bal hat kişandin ser êrîşên hovane yên hikûmeta AKP'ê ya dîktator a bi pêşengiya Erdogan û bang li ciwanên Kurd hat kirin ku li peşberî tecrîdkirina Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê, bêdeng nemînin.

Di dawiya meşê de Parlamenterê Partiya Çep ê Hambûrgê Martîn Dolzer axivî, wehşeta li Cizîrê hat kirin vegot û got, dewleta Tirk bi rengekî vekirî sûcê şer kiriye.


Du hefteyên çalakiyan

Li aliyê din, çalakiyên ev demek e, her roj li bajêr tên lidarxistin, wê dewam bikin. Li gorî plansaziya Meclîsên Gel ên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hambûrgê, bi armanca şermezarkirina hikûmeta Elman a destekê dide hikûmeta AKP'ê, wê heta 15'ê Tîrmehê li gelek herêman mîtîng bên lidarxistin:

4'ê Tîrmehê, saet: 18:30, Monckebergstrasse (Pêşiya Satûrn); 6'ê Tîrmehê, saet: 17:00, Çalakiya Edaletê, Altona; 7'ê Tîrmehê, saet: 18:30, Wîlhelmsbûrg; 8'ê Tîrmehê, saet: 18:30, Elmshorn; 9'ê Tîrmehê, saet: 18:30, Stade; 11'ê Tîrmehê, saet: 18:30, Lunebûrg; 12'ê Tîrmehê, saet: 18:30, Bîllstedt; 13'ê Tîrmehê, saet: 18:30, Langenhorner Markt; 15'ê Tîrmehê, saet: 18:30, Sternschanze. 


 LONDON / HAMBURG