Li Başûrê Kurdistanê koma 9’emîn a ciwanan li dijî êrîşên dewlet Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, berê xwe dan Rojava û tevlî “Berxwedana Rûmetê” bûn. Li gel koma dawî, hejmara ciwanên ku tevlî berxwedanê bûne, derket 70 kesî.
Hêrsa gelê Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê her ku diçe mezintir dibe. Ji bilî xwepêşandan, boykotkirina malên Tirk û daxwaza derxistina hêzên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, ciwan jî ref bi ref berê xwe didin Rojava.
Li gorî agahiyan, gelek ciwan jî bi înisiyatîfa xwe diçin Rojava, lewre hejmar ji ya diyarkirî (70) gelekî zêdetir e.
NAVENDA NÛÇEYAN